Şevbêrka bîranîna jinên Kurd ên hunermend
Şevbêrka bîranîna jinên Kurd ên hunermend
Şevbêrka bîranîna jinên Kurd ên hunermend
Jinên Kurd ên hunermend Ayşe Şan, Hozan Mizgîn, Leyla Bedirxan, Merziye Rezazî, Delîla û yên din li Almanyayê hatin bîranîn. Di şevbêrkê de hunermendan stranên xweş stran.
Yekitiya Hunermendên Jin ên Mezopotamyayê li bajarê Koln a Almanyayê bi şevbêrkekê hunermendên jin ên Kurd ên ku jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn. Di şevbêrkê de strana “Sê Jinên Azad” a Delîla (Şenay Goçer) a ku di heman demê de gerîla bû hate strîn.
Ji endama lîjneya rêveberiya Yekitiya Hunermendên Jin Sûltan Oger diyar kir ku ev cara yekem e ku hunermendên jin ên ku jiyana xwe ji dest dane bi hev re tên bîranîn. Oger bal kişand ser girîngiya hunermendên jin ên kurd a ji bo mûzîk û zimanê Kurdî û got: “Di şexsê hunermendên me yên jin de dîroka jina kurd veşartî ye.”
Oger komkujiya li Parîsê pêk hat û di encamê de sê jinên Kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez jiyana xwe ji dest dan şermezar kir û diyar kir ku ew ê weke Yekitiya Jinên Hunermend a Mezopotamyayê bi awayeke çalak tevlî kampanyaya “Em edaletê dixwazin” ya ku li Ewropayê ji bo her sê jinan hatiye destpêkirin bibin.
Di şevbêrkê de stranên jinên Kurd ên weke: Eyşe Şan, Hozan Mizgîn, Delîla Meyaser, Newal, Berçem, Leyla Bedirxan, Merziye Rezazî, Elmas Xan, Fatma Îsa, Fetane Welidi, Fewziye Mihemmed, Hozan Helbest, Nesrin Sherwan, Nurcan, Shilan, Sosika Simo, Xana Zaze û Zadîna Şekir hatin gotin.