Yekitiya Star bi munasebeta heştemîn salvegera damezrandina xwe de wê kampanyaya çalakiya li dar bixin. Tê payin ku çalakiyên meş û civînên jinan bên lidarxistin.
Bernameyên kampanyayê dê di 10’ê çileyê de dest pê kir û di 15 çileyê de dê bi dawî bibe. Bername dê li hemû bajaran li gorî lîsteya ku li jêr wê were lidarxistin:
Li Hesekê, 12 çile, dê li ber Dibistana Can hecar di seet 15.00 meş were lidarxistin.
Li Dirbêsiyê, 12 çile, dê civîna berfireh a jinan li navenda perwerde û hişmendiya jinan a bajêr di seet 12.00 were lidarxistin
-Li Dêrikê, 15 çile, dê civîna berfireh li mala Gel were lidarxistin.
Li Amûdê, 15 çile, dê civîna berfireh di seet 13.00 li navenda çand û huner were lidarxistin.
Herwiha civîn dê li Girkê legê, Tirbesipiyê, Efrîn, Kobanê, Heleb û Tiltemir civînên jin were lidarxistin.