RJAK’ê Viyan Caf bi bîr anî

RJAK’ê Viyan Caf bi bîr anî

Rêxistina Jinên Azadixwazên Kurdistanê (RJAK), bi boneya salvegera şehadeta Viyan Caf (Leyla Xalid Husên) ku ji bo anîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya Tirkiyeyê û tecrîda li ser Ocalan şermezar bike di 2’ê Sibata 2006’an de agir berdabû bedena xwe, li bajarê Hewlêr bibîr anî.

Li Hewlêrê bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azadixwazên Kurdistanê (RJAK) bi bûneya 7'emîn salvegera şehadeta Viyan Caf (Leyla Xalid Husên) ku li hember anîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê û tecrîda li ser Ocalan li herêma Heftenînê agir berdabû bedena xwe û jiyana xwe ji dest da bû, bi pêşkeşkirina semîner û sînevîzyonê bibîr anî. Nûnerên rêxistina Komeleya Afretan, Jinanî Zehmetkêşên Kurdistan, Rêxistina Xwîşkanê Yekgirtoy Îslamî, Jinên Partiya Şiî a Kurdistan, Rêxistina Nîna, Rêxistina Jinan ya YNK’ê nûnerên Partiya Ayendey Kurdistan, Tevgera Goran, PÇDK, , PYD, BDP, Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan, Meclîsa Gel ya Rojava, Tevgera Gencanî Welatparêzên Kurdistan û gelek kesayetên serbixwe û nav û deng beşdarî semînerê bûn.

Semînerê bi deqîqeyek rêzgirtinê ji bo tevayî cangoriyên Kurdistanê destpêkir û piştî wê Sînevîzyona Viyan Caf hate pêşkeş kirin. Di dema pêşkeşkirina sînevîzyonê de hewayek hestiyarî bi temaşevanan re çêbû û bi baldarî û eleqeyek mezin temaşeyê sînevîzyonê hate kirin. Bi dawîbûna sînevîzyonê re endama meclîsa RJAK’ê Perwîn Hesen bi bûneya bîranîna Vîyan Caf ji beşdarvanan re axivî û da diyar kir ku, Viyan Caf bûye pêşenga jina Kurd û li hember komplo û êrîşên dijmin yên li ser Rêber Apo û PKK’ê bûye çeperek ji pola û wiha berdewam kir; “Viyan Caf hîn di temenê xwe yê ciwan de fikra şoreşger pêre pêşket û jibo kû van xiyalên xwe pêkbîne tevlî refên gerîlla bû. Heval Viyan Caf girêdanek bê hempa ji bo Rêber Apo û xeta Apoyî hebû, jibo ku bikare bibe bersiva herî baş di nav hewildan û lêgerînên bîrdozî û şoreşgerî de bû. Di dawiyê de li hember xeta tasfiyê û komploya li ser Rêber Apo ji canê xwe birûmetir û girîngtîr tiştek nedît feda bike û bi wî awayî di 2’ê Sibata 2006’ê de hîn di temenê xwe yê ciwan de agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da. Jibo jina Kurd ‘Viyan Caf sembola Vînê’ye.”

Piştî bi dawîbûna semînerê ji aliyê beşdarvanan ve ji bo bîranîna Viyan Caf nêrînên xwe anîn ziman û çend helbestvanan jî li ser jina tekoşer a Kurd Viyan Caf helbestên xwe pêşkeş kirin.

Çend jinên nûnerên rêkxistinên cuda yên Kurd di derbarê Viyan Caf de ji ajansa DÎHA’yê re hest û ramanên xwe bi vî awayî anîn ziman: Endama meclîsa RJAK Perwîn Hesen; “ Viyan Caf bi çalakiya xwe ya fedayane karî ew êrîş û komploya li ser Rêber Apo pûç bike û li hember van êrîşên tunekirinê raya giştî da çêkirin.

Parlementera YNK’ê ya berê Viyan Ehmed Dizeyî; “Eger Viyan Caf tenê berjewendiyên xwe hizirî ba wê niha jiyan kiriba lê wê canê xwe di ber doza Kurd û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de feda kir û xwe kir sembolek jibo tevayî jinên Kurd.”

Hevseroka Meclîsa Gel a Rojava û endama Desteya Bilind a Kurd Sinem Mihemed jî axivî û wiha got: " “Jina Kurd jibo azadiya xwe û welatê xwe bi hemû hêz û vîna xwe têdikoşe û minaka vêya herî berbiçav jî heval Viyan Cafe kû evîndariya xwe ya jibo azadiya gelê Kurd û xeta şoreş ger bi agir berdana bedena xwe ji hemû cihan û raya giştî re da diyar kirin.” Endama RJAK’ê Tara Husên jî axivî û got “Heval Viyan Caf bi çalakiya xwe ya fedayî rêya gihiştina azadiyê nîşanî jina Kurd kir, bû pêşeng û sembola vîna jina Kurd.” Endama meclîsa Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan Ciwan Kurdistanî jî wiha axivî; “Şehîd Viyan Soran li hember xeta îxanetê û komploya navnetewî ya li hember gelê Kurd û Rêber Apo agir bi bedena xwe xist û bû ronahiya rêya diçe azadiya gelê Kurd, em wê bi rêz û hurmet bibîrtînîn bejna xwe li ber wê ditewînîn."