Rewşa girtiyên nexweş yên jin yên li girtîgeha Şakranê giran dibin

Rewşa girtiyên nexweş yên jin yên li girtîgeha Şakranê giran dibin

Rewşa girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Jinan a Şakranê her diçe xirab dibe. Girtiyên jin diyar kirin ku, girtiyên nexweş di şertên girtîgehan de nayên dermankirin û ji ber vê yek û şertên girtîgehê nexweşiyên girtiyan her diçe mayînde dimînin û giran dibin.

Girtiyên siyasî ên jin ên li Girtîgeha Jinan a Şakranê ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş name şandin. Girtiyên jin anîn ziman ku, her diçe rewşa girtiyên nexweş giran dibe û rewşa 3 girtiyên nexweş hatiye asta gelek cidî.

'CIWANE DIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE'

Girtiyên jin di nameya xwe de diyar kirin ku, Songul Bagatir ya ku ji sala 1993'an hate niha di girtîgehê de ye ji ber îşkenceya giran a dîtîn di bin milê wê de kîs pêk hatin û ligel emeliyatbû careke din kîsan xwe nû kirin. Girtiyên jin aşkera kirin ku, fitiqa piştê ya Bagatir heye û ev yek gelek pêş ketiye û wiha gotin: "Ji ber kîsên di bin bilê wê de heyî bi zorê milên xwe bikartîne. Li ser cergên wê av kombûye. Mîdeyê wê ulsere û ev yekê wê gelek dide zorê. Di sala 2004'an de heyeta di bin banê Zanîngeha Dîcleyê de hate avakirin ya tenduristiyê rapora di şertên girtîgehê de nikare bijî dabû û ji bo bê dermankirin divê derbikeve derve biryar dabûn. Saziya Tipê ya Edlî ya Stenbolê jî bêyî dermankirin û muayenê tenê tansiyona wê pîvan û gotin 'Ciwane dikare di girtîgehê de bibîne' û rapor nedabûn."

Girtiyên jin dan zanîn ku, ji ber şertan difna Bagatir tê girtin û bi vê yekê re cergên wê bê bêhn dimînin û ev yekê nexweşiyên wê bi bandor dike û wiha destnîşan kirin: "Ji ber vê yekê divê înfaza hevalê me bê rakirin û ji bo dermankirinê serbest bê berdan. Di şertên girtîgehê de hem nayê dermankirin û hem jî ne guncawe bimîne. Dikare derve li nexweşxaneyekî baş bê darmankirin."

'NEMIMKÛNE DI ŞERTÊN GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE'

Girtiyên jin destnîşan kirin ku, girtiyekî din a nexweş Şukran Avşar ya ku 6 salin di girtîgehê de ye û cezayê muebetê girtî ye û wiha gotin: "Pirsgirêkên psîkolojîk hene. Ji ber vê yekê her tim dermanên antîdepresanê bikartîne. Ligel me gelek caran ji Wezareta Dadê û saziyên din re daxwazname şandin me tu encam negirtin. Divê li nexweşxaneyê bê girtin û bê dermankirin. Lê şuna vê yekê bikin li revîr û nexweşxaneyên biçûk ên weke ocaxên tenduristiyê dermanên antîdepresanan didinê û paşve dişînin. Derman tenê xewê pêk tînin û ji bîlî wê tu fêdê wê yê din tuneye. Ji hevalên me yên nexweşiya wê hatiye astekî gelek giran. Divê teqez bê dermankirin û pêre eleqedar bibin. Nemimkûne di şertên girtîgehê de bê girtin. Hewcehî bi dermankirinekî dirêj û piştgiriya malbatê heye."

'NEXWEŞIYA WÊ DI GIRTÎGEHÊ DE PÊŞ KET'

Girtiyên jin bal kişand ser rewşa nexweşiya Nuriye Erîm a ku ji Girtîgeha Jinan ya Karataşê sirgûnî Girtîgeha Jinan a Şakranê hate kirin û wiha gotin: "50 saliye û 5 zarokên wê hene. Nêzî 3 salin di girtîgehê de ye. Di girtîgehê de ameliyata guatirê bû. Lê hêj heman nexweşî berdewam dike. Li ser qurçikên wê kevir hene û nexweşa mîgrenê ye. Derve dihate dermankirin û rewşa wê baş bû. Lê li girtîgehê disa dest pê kir û zêde bû. Fitiqa pişt û stu heye. Romatîzmaya gehan heye." Girtiyên jin diyar kirin ku nexweşiya Erîm di şertên rutubetê de bêtir zêde dibe û Erîm di meşê de pirsgirêkan dijî. Girtiyên jin dan zanîn ku, dema nexweşiya Erîm dest pê kir bi derziyên êş birîn tên bikaranîn û wiha destnîşankirin: "Ev yek hem demî û hem jî ji ber bandora derziyan bi rojan di nava doşekê de dimîne. Hevala me divê di çarçoveya 3'yemîn paketa dadê de hatiba tahliyekirin lê ev yek pêk nehat. Nêzî salek berê ji Girtîgeha Jinan a Karataşê hate sirgûnkirin. Di vê demê de tu caran zarokên xwe nedîtin. Hem ji bo berê xwe bide zarokên xwe û hem jî bê dermankirin divê bê tahliyekirin."