Parlementer Irmak careke din vegeriya girtîgehê
Parlementer Irmak careke din vegeriya girtîgehê
Parlementer Irmak careke din vegeriya girtîgehê
Parlamentera BDP'ê ya Şirnexê Selma Irmak ji ber ku bavê wê jiyana xwe ji dest da, ji bo tevlî merasima bavê xwe bibe 48 saet destûr ji 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê xwestibû. Destûra Irmak bi dawî bû. Dema Irmak li ringê siwar bû dayika wê ji ser hişê xwe çû.
Destûra 48 saetan a Parlamentera BDP'ê ya Şirnexê Selma Irmak a ji ber ku bavê wê Yusuf Irmak jiyana xwe ji dest da, ji bo tevli merasima bavê xwe bibe ji 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê xwestibû bi dawî bû.
Dema Irmak li ringê siwar bû dayika wê ji ser hişê xwe çû. Irmak a BDP'yî serê sibê saet di 09.00'an de ji mala xwe qetiya û li rînga girtîgehê siwar bû. Dema Irmak, li rîngê siwar bû dayika Irmak Emine Irmak hêsirê çavan rijandin û ji ser hişê xwe çû.
Girseyê Irmak bi tilîlî û çepikan şandin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Dayika Irmak bang li keça xwe Selma kir û got "Keça min neçe tu jî min tenê nehêle."