Seyîd Riza li Nurnbergê hat bibîranîn
Li Nurnbergê Seyîd Riza, hevrêyên wî û kesên ku di Komkujiya Dersimê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn.
Li Nurnbergê Seyîd Riza, hevrêyên wî û kesên ku di Komkujiya Dersimê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn.
Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê Seyîd Riza, hevrêyên wî û kesên ku di Komkujiya Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn. Bibîranîn li pêşiya Dêra Lorenzê hat lidarxistin û hat diyarkirin ku kesên ku di Komkujiya Dêrsimê de jiyana xwe jindest dane wê neyên jibîrkirin.
Bîranîn bi rêzgirtinê û Gulbangê dest pê kir û bi zaraveya Kurmancî, Kirmanckî û Elmanî daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo ku komkujiyên bi vî awayî pêk neyên wê têkoşîna xwe bidomînin. Di bîranînê de bi findan “Dêrsim 38” hat nivîsandin. Her wiha ciwanan eleqeyeke mezin nîşanî merasîma bibîranînê dan.