PAJK’ê Viyan Caf bi bîr anî
PAJK’ê Viyan Caf bi bîr anî
PAJK’ê Viyan Caf bi bîr anî
Partiya Azad a Jinên Kurdistanê (PAJK) bi wesîleya şehata Viyan Caf (Leyla Xalid Huseyîn) ku ji bo tecrîda li ser Ocalan û komploya navtnewî protesto bike di sala 2006’an de bedena xwe dabû ber agir, bi bîr anî.
Koordînasyona PJAK’ê diyar kir ku ew Viyan Caf di 7’emîn salvegera şehadeta wê de bi rêzdariyeke mezin bi bîr tînin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Hevala Viyan Can ku li dijî komploya navnetewî û tecrîda li ser Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan ku her diçû ev dikirin weke pergalekê bê navber din ava têkoşîneke bê hempa de bû. Hevala Viyan Caf ku her tim bi kesayeta xwe ya milîtan a bi pêşengiya jinê dihat zanîn bi girêdana xwe ya ji bo serokatiyê jiyana xwe temam kiriye.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li dijî hêzên komploger bi berxwedaneke mezin 24 saetan têdikoşye j bo ku bibe rêvevalên Rêbertiyê û xeta rêbertiyê bimeşîne felsefeya rêbertiyê esas girt û di vê nêzîkatiya xwe li qada gerîla di nava demeke kurt de gelek pêşve çûye û bûye pêşenga mîlîtanên jin.
Hevala Viya her cihê ku diçûyê bi şêwaza jiyana xwe û kesayeta xwe li dijî pergala Îmaliyê pergala azadiyê pêş xistiye û bûye pêşeng e. Di pêvajoyeke ku konsepta ‘Divê bê rêbertî jiyan bê hînkirin’ de ; bi çalakiya xwe jiyaneke bê serokatiyê di mêjî, dil û ruh de tu carî neda qebûl kirin û sembol. Hevala Viyan Caf ku ji Başûrê Kurdistanê bû ji tevlibûna xwe heta şehadeta xwe yekitiya netea kurd û jina kurd di kesayeta xwe de şênber kiriye û pêşengiya vê kiriye. Em jî dibêjin ku xeta Viyan û hemû şehîdên me xeta me ye. Fi serî de hevala Sara û Viyan em hemû şehîdên xwe di şexsê azadiya rêbertiyê xwe de û azadiya welatê xwe de bi bîr tînin û em soz didin ku em dê azadiya wan bikin sembol û garantî. Di 7’emîn salvegera hevala Viyan de em carek din wê bibîrtînin û li hemberî bîranîna wan soza xwe nû dikin.”