PAJK'ê komploya navneteweyî şermezar kir
PAJK'ê komploya navneteweyî şermezar kir
PAJK'ê komploya navneteweyî şermezar kir
Koordînasyona PAJK’ê bi daxuyaniyekê 15’emîn Komploya Navnetewî ya 15’yê Sibatê şermezar kir û wiha hat gotin: “ Em di 15’emîn salvegera Komploya Navnetewî ya 15’yê Sibatê de hemû hêzên komploger lanet dikin û em bi nefret şermezar dikîn.”
Di daxuyaniya PAJK’ê de wiha tê gotin: “ Em di destpêkê de hemû şehîdên xweyên ku bi rihê fedaî bi şîara ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ şehîd ketine em bi rêzdarî bibîrtînin. Ev Komploya Navnetewî ku bi destê hêzên gladio hatiye kirin di esasê xwede dixwestin erdnîgariya rojhilata navîn feteh bikin.”
PAJK’ê diyar kir ku dê Komplo li Mezopotamiyayê ku dilê rojhilat navîne dê bikeve û dê dê van gelan ji hev parçe bike û bixe nava şerekî bê dawî û wiha got: “ Ev komploya ku di şexsê Rêbertiya me de pêk hatiye di rastiyê de li hember gelê kurd, tirk, ereb, fars û hemû dewlemendiya rojhilata navîn pêk hatiye.”
KOMPLOYA NAVNETEWÎ
PAJK diyar kir ku Komploya Navnetewî, armanca wê heta roja me ya îro pergala Îmraliyê îfade dike û ji bo her kesî polîtîkayek qirêje û hêjî ev pergala qirêj berdewam dike. PAJK, da zanîn ku ji van polîtîkayan dê tu car encam negirin û wiha got: “Komploya Navnetewî li gor demê hebûna pêkanînên disthilatdaran berdewam dike. Rêberê Gelê Kurd ev 15 sal e, bi perspektîfên xwe tevgara azadiya kurd, tevgera azadiya jinê bi têkojînek tije û bi tecrûbeyên xwe, ligel hemû şantaj û polîtîkayên qirêş di qada navnetewî de aniye bingehek bi hêz. Ji ber hêza Rêber Apo û fikrên wî yê azad, em hatine asta jiyanek azad û bi hêvî. Rêber Apo pergala îmraliyê ji bo cîhanê, erdîgariya rojhilata navîn, hemû gelan, jin û gelê bindest veguherandiye pergala azadiye. Pergala Îmraliy ji bo serdestan û gesên komploger pergala azadiya alternatîfe. Şoreşa gerîlayan a di 2012’an û heta niha ku bi operasyonê şoreşger û bi grevên birçîbûnê ji bo muhatab girtina Rêber Apo, serkeftinek mezine.”
PAJK, bi bîr xist ku komploya navnetewî li Parîsê 3 mîlîtanên jin bi awayek hovane qetil kiriye û ev bûyer destpêkê de ji Rêber Apo û Tevgera Jinên Azad re êşek mezin daye jiyandin. PAJK anî ziman ku rêheval Sara bi têkoşîna xwe ya 40 salî dê her tim ji bo jina azad mîlîtanek pêşenge û wiha domand: “Bi vê qetilkirinê xwestin ji Rêber Apo, tevgera azadiyê, û gelê kurd re peyama ku li her derî em ê derba bidin we dane. Lê 3 hevalê me jî li her derê cîhanê bi xwedîderketinek mezin hêzên komploger vala derxistiye. Şehadeta her hevalên me wateyek mezine û sekna azadiyê ye. Tiştê ku li dora Rêber Apo bi hêz buye pergala Îmraliyê ye. Ji her demî zêdetir li cîhanê tevgerên ji bo azadiyê tevlî têkoşîna me bûyen û piştgiriyê dane. Her çiqas êrîşên qirêj û polîtîkayên qirêj xwestine pêk bînin jî li hemberî wan Rêber Apo bi ser ketiye. Gelê kurd çiqas Pergala azadiyê di kurahiya xwe de hîs bikin û ji bo pergala demokratîk têbikoşin dê ewqas li hemberî komployê bi hêz bibin. Em bang li gelê kurd dikin ku di sala 2013’an de komploya navnetewî vala derbixin.”