Milyarek jin radibin ser piyan
Milyarek jin radibin ser piyan
Milyarek jin radibin ser piyan
“Li seranserê cîhanê ji her yek ji sê jinan di jiyana xwe de li rastî tundiyê tê an jî tê tecawizkirin.
Binpêkirina mafê milyareke jin xedarî ye.
Govendgerandina milyareke jin şoreş e.”
Îro dê li seranserê cîhanê bi milyonan ji li dijîş tundiya li ser jinê dabikevin kolanan û dê li kolanan dans bikin.
Çalakiya bi navê “One Billion Rising-Milyarek Radibe ser piyan” ji aliyê Tevgera V-Day ve tê lidarxistin. Tevgera jinan vê hejmarê jî dispêre îstatîstîkên tundiya li ser jinana:
“Ger her yek ji sê jinan li rastî tundiyê bê, milyarek jin li seranserê cîhanê ji tundiyê bandor dibin. Em weke tevgera V-Day em bang li milyarek jin û yên ku qîmetê didin wan dikin ku ji bo bidawîkirina tundiya li ser jinê dabikevin kolanan, bimeşin, dîlan bikin û daxwazên xwe bilind bikin. V-Day dixwaze hêza kolektîf û piştevaniya sînoran derbas dike ji aliyê hemû cîhanê ve bê dîtin.”
Berpirsa hizra vê vê çalakiyê nivîskar Ev Esnler, dibêje ku Tevger dixwaze tsunamiyeke feminîst biafirîne. Ensler di heman demê de nivîskara Monologên Vajîna ye jî. Govendgerandinê weke “rêbazek gelek xurt û bêyi ku serî li tundiyê bidin hinek xeter” pênase dike.
Ensler ji bo kampanyayê li zêdetirê 10 welatên cîhanê geriya. Fînala geşta wê jî welatê Kongo ye ku beriya 15 salan li vî welatî biryar dabû ku Tevgera V-Day saz bike.
LI 190 WELATAN TÊ ORGANÎZEKIRIN
Çalakiya dansê ji DYA’yê heta Filîpînan, ji Îngilîstanê heta Kongoyê bi giştî li 190 welatan tê lidarxistin. Tê payin ku ji ber tecawiza bi komî, li seranserê Hindistanê tevlîbûneke mezin ji bo çalakiyê çêbibe.
Jane Fonda jî diyar kir ku ew ê li bajarê Los Angelesa DYA’yê tevlî çalakiyê bibe. Di nava jinên ku dê dansê bikin de lîstîvana navdar Charlize Theron û Serokwezîra Awustraylayê Jullia Gillard jî hene.
JI NY’YÊ DESTEK
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Bî Moon jî daxuyaniyek weşand û desteka xwe ya ji bo çalakiyê aşkere kir. Ban Kî Moon da zanîn ku dê piştî sê hefteyên din “Komîsyona Statuya Jinan” tundiya li seranserê cîhanê ya li dijî jinan binirxîne û ev çalakî dê hêzê bide vê înîsiyatîfê.
Her jin dikarin bi dilê xwe stranek hilbijêrin û dansê li ber bikin. Lê ya ku dê herî zêde bê guhdarkirin strana “Break the Chains-Zincîran Bişkîne” ya Ten Clark e.
Li Tirkiyeyê jî çalakî li 14 bajaran bi navê “TU JÎ BIBE 1” tê lidarxistin.
Ji bo peydakirina cihên çalakiyên li serasnserê cîhanê hûn dikarin serdana malpera http://www.onebillionrising.org/page/event/search_simple bikin.