Meclîsa Jinê ya BDP'ê qetilkirina 3 siyasetmedarên Kurd yên jin yên li Parîsê bi tundî şermezar kir û wiha gotin: "Em dizanin ku gelê Kurd dê bersiva vê komkujiyê bide û heta komkujî tê zelalkirin dê her derê vegerînin qada çalakiyan. Em li hemberî têkoşîna 3 rêhevalên xwe bejna xwe ditewînin û soza têkoşîna wan bilindtir bikin didin."
Meclîsa Jinan ya BDP'ê têkildarî sûîkasta li dijî 3 siyasetmedarên Kurd ên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez ya li Parîsê daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de komkujî bi nefret hate şermezarkirin û wiha hate gotin: "Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez ji milîtanên têkoşîna azadiyê ya Kurd û têkoşîna azadiya jin ên herî girîngbûn. Rêheval Sakîne Cansiz, rêhevalekî me ya jin ya ku hemû kesî li hemberî têkoşîna wê bi hurmet bejna xwe di tewandbû. Lê ramana digot, 'ligel muzakereyan dê têkoşîna bi terorê re jî berdewam bike' jinên pêşengên aştiyê qetilkirin û bi vê yekê dixwazin çavê gelê Kurd û têkoşîna azadiya jinê bitirsînin û xebatên xwe yên kontra didomînin. Dîroka kurdan her çiqas dîroka komkujiya be li gel wê li hemberî komkujiyan dîroka berxwedanê ye jî."
"Tenê qetilkirina Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Leyla Soylemez li hemberî têkoşîna azadiyê ya Kurd na li hemberî hewildanên aştiyê suîkasteke. Ev raman divê vê yekê bibîne. Bi qetilkirinê ne riya aştiyê vedibe û ne jî dikarin tevgera azadiyê ya Kurd xilas bikin. Em weke Meclîsa Jinan ya BDP'ê dixwazin Fransa komkujiyê demildest zelal bike. Gelê Kurd dê bersiva vê komkujiyê bide û heta komkujî zelal dibe dê li her derê çalakiyan li dar bixe. Di şexsê Rêheval Sakîne Cansiz de em li hemberî têkoşîna 3 rêhevalên xwe yên jin bejna xwe ditewînin û soza têkoşîna wan bilind bikin didin."