Li Wintherthurê ji bo komkujiya Parîsê daxuyaniya çapemeniyê

Li Wintherthurê ji bo komkujiya Parîsê daxuyaniya çapemeniyê

Li herêma Wintherhur a girêdayî herêma Zurich a Swîsreyê, Meclîsa Jinên Kurd a Şehîd Bêrîtan bi boneya balê bikişînin ser komkujiya li Parîsê ku têde sê jinên Kurd hatin qetilkirin û kampanyaya îmzeyan a ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, daxuyaniyek dan çapemeniya biyanî.

Kurdistaniyên li herêma Winterthurê her rojên pênçşemê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçovepay kampanyaya “Ji Ocalan re Azadî” stand vedikin û îmze berhev dikin. Di çalakiya duh de ji ber komkujiya Parîsê ku 9’ê çileyê pêk hat û di encamê de sê jinên Kurd ên siyasî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Li gel berf û sermayê, daxuyaniya çapemeniyê li rastî eleqeyek xurt a Kurdistaniyan hat û dirûşimên “Şehîd Namirin” hatin qêrîn. Çalakgeran di çalakiya xwe de wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku li Parîsê hatin qetilkirin hilgirtin.

Li ser navê Meclîsa Jinan a Şehîd Bêrîtan daxuyaniyek hate dayin û wiha hate gotin: “Me careke din dît ku dîroka sîstema serdestiyê xwe dubare kir. Her dem gotine pêşî jinan bikujin. “

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gullekirina sê jinan tê wateya gullekirina pêvajoyê û hat gotin: “Ev hewldan ji bo rawestandina hevdîtinên li Îmraliyê ye.” Di daxuyaniyê de hate peyama “hûn çi dikin bikin, jina Kurd, gelê Kurd dê lîstokên we pûç bikin” û hate diyarkirin ku çawa dilê Kurdan li Parîsê lêxist, vê carê jî li Amedê bi beşdariya sedhezaran li Amedê dilê Kurdan bi hev re lê xist.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Me parçeyek ji dilê xwe bi Heval Sakîne, Heval Fîdan û Heval Leyla re şand warê wan.” Her wiha li ser navê jinên Kurd û gelê Kurd bang li dewleta Franseyê hate kirin ku vê bûyerê demek beriya demekê ronî bike.

Di daxuyaniyê de bang li Kurdan hate kirin ku tevlî mitînga girseyî ku dê roja şemiyê li Basel Clarattparkê bê lidarxistin bibin.