Li Tirbespiyê semînerek li ser mafê jinê

Li Tirbespiyê semînerek li ser mafê jinê

Di bin siya lîjneya jinê a Konfedrasyona Xwendekarên Kurd, roja sêşemê semînerek li navenda Cîgerxwîn a Çand û Huner li bajarê Tirbespiyê li ser biryarên meclîsa gel a daîmî ya Rojavayê Kurdistanê li ser mafê jinê hat dayin.

Piştî deqeyekê rêzgirtinê ji bo cangoriyên azadiyê, endama Konfedrasyona Xwendekarên Kurd Zozan Xelef li ser rola rêxistina xwendekaran di vê dema dîrokî de axifî û got: “Aliyên rewşenbîr ku dikarin civakê bi rê ve bibin, lewra rolek girîng dikeve ser milê xwendekaran û bangewazî li hemu xwendekaran kir ku tevlî Konfedrasyona Xwendekarên Kurd bibin.”

Parêzer Rofend Ebdîxelef bal kişand ser biryarên Meclîsa Gel a daîmî û got: “Ew zagonên ku meclîsa daîmî di derbarê mafên jinê û bi armanca civakek azad û demokratîk de derxistine, ne li ser bingehekî olî an jî nijadperestî hatine derxistin û ew zagon vê di serî de, di dadgehên gel de werin pêkanîn, heya ku li hemu dadgehên welat jî bên pêkanîn.”

Di dawiya semînerê de hinek kesên amade neqebulkirina xwe ya ji bo hinek xalên zagonan anîn ziman û li ser wê yekê jî goftûguyên berfireh çêbûn, sedema danasîna wan zagonan hat nîqaşkirin.