Li Swîsreyê dê jin ji bo edaletê bimeşin

Li Swîsreyê dê jin ji bo edaletê bimeşin

Jinên Kurdistanî yên li Swîsreyê jiyan dikin dê ji bo ji Sazûmankarên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera Parîsê ya KNK’ê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwana Leyla Şaylemez yên li Parîsê hatin qetilkirin du rojan bimeşin.

Jin ji bo di serî de qatîl yan jî qatîlan 3 şoreşgerên jin yên Kurd yên li Parîsê û hemû ziraviyên komkujiyê derxînin holê dê du rojan ‘meşa hîstiyariyê’ li darxînin.

Meşa ku dê bi navê ‘Em edaletê dixwazin’ lidarxînin, dê 9’ê Sibatê di demjimêr 08.00’ê li gara trenê ya bajarê Oltenê destpê bike. Meşa ku dê 100 jinên Kurdistanî tevlî bibin, dê di roja yekem de 40 kîlometreyan bimeşin biçin Lîestalê. Jinên ku dê roja Yekşemê di demjimêrên 19:00-20:00’an de bigehin Lîestalê dê şevê li vir bimînin, dê 10’ê Sibatê roja Yekşemê di demjimêr 08.00’an de careke din birê bikevin û derdorê demjimêr 13.00’an de bigehin bajarê Baselê.

Jinên ku dê demjimêr 17.00’an de li ber Parlementoya Kantonê mitîngê pêkbînin, dê hedefa xwe ya 60 kîlometreyî xilas bikin. Dê di 11’ê Sibatê roja Duşemê di demjimêr 08.30’an de careke din li ber Postexaneya Navenda Baselê bêne gel hev, kartên postayê yên ‘Em edaletê dixwazin. Bila berpirsan derxînin holê’ ji rayedarên Fransayê re bişînin û dawî li çalakiya xwe bînin.

Bi dirêjahiya meşa du rojan ya ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd yên li Swîsreyê ve hatî organîze kirin, têkildarî komkujiyê dê danezana belav bikin, dê serdana rêxistinên sivîl û çapemenî her wiha serdana partiyên siyasî bikin. Di çarçoveya çalakiya Tevgera Jinên Kurd yên li Swîsreyê bang li jinên Kurdistanî yên li Swîsreyê jiyan dikin kir ku tevlî meşê bibin.