Li Semsûnê cînayeta jinê

Li Semsûnê cînayeta jinê

Li Semsûnê jina ciwan ya ku ji ber tundiya hevjînê xwe doza hevberdanê vekir, li ber deriyê mala dayîka xwe ji aliyê hevjînê xwe ve bi çekê hate kuştin.

Jina ciwan ya binavê Damla Ay ya 21 salî ku li navçeya Îkadim ya Semsûnê dima, ji ber sedema tundiya hevjînê xwe Bariş Ay doza hevberdanê vekir,  çû li bajarokê Dîkbiyik yê navçeya Çarşambayê li cem dayîka xwe.

Şeva din jina ciwan ji bo hinek tiştan bikire ji mala dayîka xwe derket, dema ku vegerî malê rastî êrîşa çekdarî ya hevjînê xwe Barîş Ay hat.

Jina ciwan ya ku 8 gule li bedena wê ketin giran birîndar bû, destpêkê li Nexweşxaneya Dewletê ya Çarşambayê hate dermankirin û ji wir jî sewqî Nexweşxaneya Lêkolîna Perwerde û Semsûnê di rê de jiyana xwe ji dest da.

Hevjînê qatil yê piştî cinayetê reviya, çû Midûriyeta Polîsan ya navçeya Terme û bi çeka xwe ve teslîm bû.

Têkildarî bûyerê lêpirsîn didome.