Li Rojavayê Kurdistanê Yekîtiya Mamosteyên Jin hate avakirin
Li Rojavayê Kurdistanê Yekîtiya Mamosteyên Jin hate avakirin
Li Rojavayê Kurdistanê Yekîtiya Mamosteyên Jin hate avakirin
Mamosteyên jin ên ku di bin banê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) de li dibistanên herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê dersên zimanê kurdî didin, bi civînekê xebatên xwe yên salekê nirxandin. Di civînê Yekîtiya Mamosteyên Jin a Herêma Cizîrê ya girêdayî SZK’ê hate avakirin.
Civîna mamosteyên jin ku cara yekemîn pêk tê, li bajarê Qamişlo li Navenda Ciwanan hate lidarxistin. Di civîna ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, ji bajarên Dêrik, Girkê Legê, Tipsepiyê, Qamişlo, Amudê, Dirbêsiyê, Tiltemir û Hesekê bi giştî 410 mamosteyên jin amade bûn. Civîna ku rêveberên SZK, li ser navê Yekîtiyê Star Henîfe Hisên, Hevseroka Meclîsa Bajêr a Qamişlo Remziye Mehemed jî tevlî bûn, piştî hilbijartina dîwanê, bi axaftina vekirinê dom kir.
Rêvebera Yekîtiya Star Henîfe Hisên axaftina destpêkê kir û li ser girîngiya ziman rawestiya. Henîfe Hisên, bal kişand ser gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a wekî, “Ziman beden e, çand beden e, xwedî li bedena xwe derkeve” û anî ziman ku mamosteyên jin jî di vê çarçoveyê de xebatên ziman dane meşandin.
Hisên, destnîşan kir li Rojavayê Kurdistanê mamosteyên jin piştî salên 2000’î dibin pêkutiyên rejîma Baas de, di şertên gelek zehmet de xebatên ziman dane meşandin û wiha dom kir: “Di van xebatan de gelek zarok fêrî zimanê kurdî kirin.”
Henîfe Hisên, anî ziman ku di cîhanê de ji bo pêşketina civakan 2 tiştên girîng hene û got ku ev jî yek ziman e û yek jî çand û huner e. Hisên bal kişand ku di roja îroyîn de ev rastiya civakê hatiye berevajîkirin, li şûn vê yekê yek ziman li ser mirovan tê ferzkirin û wiha pê de çû: “Îro tenê zimanê îngilîzî esas tê girtin û tê xwestin li her derê serwer be.” Hisên da zanîn di van şert û mercan de li Rojavayê Kurdistanê SZK jî hewl dide ku zimanê kurdî pêş bixe û ev tişt anîn ziman: “SZK’ê gelek xebatên hêja dane meşandin. Ev jî cihê şanaziyê ye. Di nava van xebatan de gelek jin jî cihê xwe digirin. Gelek mamosteyên jin jî hene.”
Hisên, got ku divê mamosteyên zimanê kurdî bi feraseta dewletê nêzî perwerdeya zimanê kurdî nebin, “Ev dê bide windakirin. Zimanê kurdî zimanekî herî kevin ê Mezopotmayayê ye. Berhemên dîrokî yên li Rihayê hatine dîzin jî vê yekê aşkera dikin. Têkoşîn ziman û têkşîna parastina herêmê di heman astê de ye. Pêwîste mamosteyên jin destpêkê dewleta di seriyê xwe de hilweşînin, li şûna wê sîstema xwe ya xweser pêş bixin û xwe birêxistin bikin. Yekîtiya Star jî piştevaniya mamosteyên dike.”
Piştî axaftina Hisên, Seroka Meclîsa Gel Remziye Mehemed jî axaftinek kir û li ser girîngiya ziman, her wiha rola jinê ya di vê mijarê de rawestiya.
BERDEVKA SZK’Ê: DIVÊ EM PÊŞENGIYA CIVAKÊ BIKIN
Berdevka SZK’ê Sozdar Cudî jî, anî ziman ku ji bo avakirina civakek polîtîk û exlaqî rolek girîng dikeve ser milê mamosteyên jin, axaftina xwe wiha domand: “Ên ku heta niha li Rojava xebatên zimanê kurdî dane meşandin, jinên ku heta niha herî zêde zor û zehmetî kişandine ne. Yên ku xwedî li zimanê kurdî derdikevin jî dîsa ev mamoste ne. Bi hebûna van mamosteyan em bi îdîa ne ku emê ziman azad bikin û civak zana û pêşketî ava bikin. Mamosteyên jin pêwîste di dibistanan de ji bo wekheviya miletan bibin pirek û hezkirina miletan bi zarokan bidin fêmkirin. Her wiha divê mamosteyên jin zarokan li gorî pîvanên civakek demokratîk perwerde bikin. Ji bo ku em pêşengiya civakê bikin, divê destpêkê em xwe zana bikin û bibin bersiva civakê. Em jin ji bo jiyanek û kesayetek azad, di nava civakê de xwedî rolek girîng in. Lewre divê em vê rola xwe wekî mamosteyan bicîh bînin.“
Cudî, li ser girîngiya SZK’ê jî rawestiya wiha axivî: “Saziya me girêdayî dewlet an jî hizbekê nîn e. Ji ber vê jî, her kesek ku xwedî fikir û ramanên azad, demokratîk be, dikare cihê xwe di nava vê saziyê de bigire.”
Piştî axaftinan mamosteyên tevlî civînê bûn, xebatên salekê nirxandin û li ser pirsgirêkên hatine jiyandin rawestiyan. Her wiha li ser pirsgirêkên ku mamosteyên jin rû bi rû dimîn jî hate rawestîn.
Di encama civînê de Yekîtiya Mamosteyên Jin a Herêm Cizîrê ya girêdayî SZK’ê hate avakirin û rêveberiyek ji 7 kesan pêk hate hilbijartin.
Roja înê jî wê mamosteyên jin ên girêdayî SZK’ê û mamosteyên jin ên di dibistanên fermî de kar dikin wê civînekê lidar bixin û rêveberiya giştî ya Yekîtiya Mamosteyên Jin hilbijêrin.
Roja şemiyê jî wê bi beşdariya hemû mamosteyên jin û zilam konferansa Yekîtiya Mamosteyan bê lidarxistin.