Li Qamişlo di mehekê de 4 jin ji aliyê hevjînên wan ve hatin kuştin
Li Qamişlo di mehekê de 4 jin ji aliyê hevjînên wan ve hatin kuştin
Li Qamişlo di mehekê de 4 jin ji aliyê hevjînên wan ve hatin kuştin
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê beriya cejna jinan ya 8’ê Adarê demeke kurt, tundiya li ser jinan hîn didome û di mehekê de 4 jin hatin kuştin.
Li bajarê Qamişlo piştî kuştina jina bi navê Rehîma Mihemed Esed ya 48 salî û dayîka 11 zarokan ji aliyê hevjînê xwe E. Ş. C. ve bi 3 guleyên demancê hate kuştin. Hejmara jinên di nava mehêkê de ji aliyê hevjînên xwe ve hatine kuştin derkete 4’an. Ya balkêş hevjînên her 4 jinan piştî kuştina hevjînên xwe ber bi Başûrê Kurdistanê ve çûn.
Di derbarê mijarê de Rêxistina Yekîtiya Star di 9'ê Sibatê de, li ber Navenda Mehimed Şêxo ya Çand û Hunerê daxuyaniyek xwend. Yekîtiya Star tundiya û kuştina jinan şermezar kir. Her wiha li Qamişlo Hêzên Asayişê yên jinan bang li jinên ku metirsî li ser heyî kir û da zanîn ku agahiyê bidin wana.