Rewşenbîr, kompozîst, piyanîst û muzîsyena navdar a Kurd Cemîla Celîl bi daxuyaniyekê komkujiya li Parîsê pêk hat û di encamê de sê jinên Kurd jiyana xwe jid est da bi tundî şeremza kir û got: “Li ser dlê me daxek kûr hişt û dê her tim dewsa wan bimîne.”
Muzîsyena Kurd Cemîla Casim a ku bi dehan sal e bi mûzîkê re mijûl dibe û niha li Ermenîstnaê dijî, derbarê komkujiya ku li 9’ê çileyê li Parîsa paytexta Franseyê pêk hat û di encamê de siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez jiyana xwe ji dest da bi tundî şermezar kir.
Cemîla Casim da zanîn ku Parîs qaşo di dîrokê de bûye sembola demokrasî û berxwedana li hemberî neheqiyê, bûye landika şaristaniyan, lê li vir jinên Kurd tên qetilkirin û got: “Ev yek qet nayê qebûlkirin” û wiha domand:
“Li ber çavên hemû cîhanê, terorîzmê li hemberî Kurda bi awayeke bêminet li Parîsê dikin. Em dewleta Franseyê ji ber vê bûyerê şermezar dikin û jê dixwaizn ku demek beriya demekê navê gunehbaran aşkere bike. Ger ew rêxistin, dewlet, hêzên dewleta, hema kî bin jî divê navê wan weke terorîst ji raya giştî re aşkere bikin.
Di dawiyê de ez sersaxiyê ji malbat û gelê Kurd re diixwazim. Bila serê hemû gelê Kurd sax be.”