Li Parîsê 3 siyasetmedarên jin ên Kurd hatin qetilkirin

Li Parîsê 3 siyasetmedarên jin ên Kurd hatin qetilkirin

Li paytexta Franse Parîsê di encama êrîşeke çekdarî de ji damezrênerên PKK’ê Sakîne Cansiz û nunera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û jina ciwan a bi navê Leyla Soylemez jiyana xwe ji xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, hin kesên nasnameya wan nediyar ketin hundurê Buroya Enformasyona Kurdistanê ya li Gare du Nord a li Parîsê û êrîş pêk anîn.

Di encama êrîşê de siyasetmedara Kurd Sakîne Cansiz, Nunera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Leyla Soylemez jiyana xwe ji dest dan.

Tê diyarkirin ku di êrîşê de ji bo çekan bêdengker hatine bikaranîn. Lê heta niha tu daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin.

Tê diyarkirin ku gulle li serê Cansiz û Dogan, û li zikê Soylemez ketine. Polîsên Fransî li cihê bûyerê dest bi lêkolînan kirin.

Saeta êrîşê tam nayê zanîn. Nûçegihana rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê Selma Akkaya ragihand ku gava hevalên Fîdan Dogan bi saetan tu agahî jê negirtine, hatine ber deriyê avahiya buroyê û saet di 01.00 de li wir xwîn dîtine û derî şkandine, bi vî awayî ketine hundir.

Serokê Federasyona Komeleyên Kurd ên Franseyê (FEYKA) Mehmet Uler jî got: “Yek du heval li ber derî xwîn dibînin. Derî dişkînin û dibînin ku 3 jin hatine înfazkirin.

Ulker destnîşan kir ku buro li cihek qelebalix a bajêr e û got ku dibe ev komkujî 9’ê çileyê di navbera saet 18.00-19.00 de pêk hatibe. Ulker da znaîn ku ev êrîş gelek bi profesyonelî hatiye kirin.