Li Komeleya Wînterhurtê çalakiya ‘Pêncşema Reş’

Li Komeleya Wînterhurtê çalakiya ‘Pêncşema Reş’

Di komeleya Kurdan ya li bajarê Wînterthurt ya Siwîsreyê, standa îmzeyan ya bi daxwaza azadiya Ocalan hatiye danîn, komkujiya Parîsê hate protesto kirin. Berdevka Meclisa Jinan ya Bêrîtan ya Zurîhê da diyarkirin ku, êdî ew dê hemû Pêncşema kom bibin û daxwaza ronîkirina vê komkujiyê bikin.

Çalakî roja Çarşemê di demjimêr 17.00’an de li komeleyê pêkhat. Standa îmzeyan ya vegerî xwepêşandanê, ragihandin ku ew dê heta kujerên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez yên 9’ê Çileyê li Parîsê hatin qetilkirin bêne dîtin dê çalakiyan pêkbînin.

Berdevka Meclisa Jinan ya Bêrtîtanê ya li Zurîhê Makbûle Demîr ji koma 35 kesî re axivî û got: “Em weke jinên Kurd vê komkujiyê bitundî şermezar dikîn. 3 rêhevalên ku bi salan di nava tekoşîna azadiyê de tekoşîn dan meşandin û di nava tevgera jinê de cih girtin bi awayekî hovane li Parîsê hatin qetilkirin em vê komkujiyê nelet dikin. Em daxwaz dikin ku, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Serok Apo têmeşandin û polîtîkayên qirêj yên li dijî gelê Kurd tên kirin bidawî bibin.”

Demîr wiha berdewam kir: “Em weke gelekî ku bi salane êşa dikişînîn û hêjan jî hesretê aştiyê daxwaz dikin ku ev xwîn were rawestandin, her wiha hêvî û daxwaz dikin ku gelê Kurd û Rêber Apo bigehe azadiyê. Em li bendêne  ku, Kurdistaniyên li Ewropa û Siwîsreyê jiyan dikin û parlementerên vê derê jî piştgiriyê bidin vê xebatê. Ji bo ev xwîn û polîtîkayên qirêj bêne rawestandin, her wiha kujerên di bûyera Parîsê de cih girtine bêne derxistin em li vê derê ne.”

Demîr destnîşan kir ku, “Heta ku komkujiya Parîsê ron dibe, her Pêncşemê em dê li vê qadê kom bibin.” Demîr aşkera kir ku, “Heta ku em deng û qîrên xwe bigehînin rayedarên Siwîsreyê, piştre jî Fransa û lîstikvanên piştperde yên vê komkujiyê dê bilind bikîn.”