Meclîsa Jinan ya Îzmîrê û Tevkarên DOKH'ê yên Îzmîrê ji bo 3 siyasetmedarên Kurd ê jin ên li Fransayê hatin qetilkirin û girtiyên jin ên li Girtîgeha Şakranê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin dê gelek bername û çalakiyan li dar bixin û xwestin ku hemû kes tevlî çalakiyên wan bibe.
Meclisa Jinan ya Îzmîrê û Tevkarên DOKH'ê yên Îzmîrê ji bo 3 siyasetmedarên Kurd ê jin ên li Fransayê hatin qetilkirin û girtiyên jin ên li Girtîgeha Şakranê di 12-19’ê Çileyê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin li avahiya Rêxistina BDP'ê ya Îzmîrê civîna çapemeniyê li dar xistin. Berdevka Meclîsa Jinan ya BDP'ê ya Îzmîrê Hemşiye Ayaş daxuyanî xwend û diyar kir ku, bi qetilkirina jinên Kurd dixwazin jinên Kurd û tevgera azadiya ya jinan bitirsînin.
Ayaş anî ziman ku, suîkasta li hemberî 3 siyasetmedarên kurd ên jin tenê li dijî gelê kurd na li dijî hewildanên aştiyê jî pêk hat. Ayaş, da zanîn ku ew komkujiya Parîsê şermezar dikin û dê li Îzmîrê hefteyekê çalakî bernameyan li dar bixin û plansaziya bernameyan wisa rêz kir:
"* Bi armanca şermezarkirina qetilkirina siyasetmedarên kurd ên jin dê di 12'ê çileyê di demjimêr 14.00'an de li ber deriyê Basmane Fuarê heta ber Sumerbanqa kevin meşekê li dar bixin.
* Di 15'ê çileyê di demjimêr 14.00'an de dê li ber avahiya BDP'ê bên cem hev û li vir biçin postexaneyê ji balyozxaneya Fransayê re faksan rê bikin.
* Di 18 'ê çileyê de di demjimêr 12.00'an de biçin postexaneyê ji jinên di çalakiya greva birçîbûnê de yên li Şakranê qertan bişînin.
* Di 19'ê çileyê de di demjimêr 17.00'an de dê li Rêxistina BDP'ê ya Gazîemîr ji bo 3 siyasetmedarên Kurd ên jin mewûd bê dayîn.”