Beriya çend hefteyan li paytexta Hindistanê Delhiya Nû xwendekarek ciwan di otobusê de li rastî tecawiza komî hat û jiyana xwe ji dest da, piştî wê hefteyekê cenazeyê jinek din ku li rastî tecawizê hatibû hate dîtin. Li gorî agahiyên ji meqamên payebilind ên welêt hatine girtin, di her 20 deqeyan de kesek li rastî tecawizê tê.
Li paytext Delhiya Nû, jinek ciwan ku xwendekar bû li rastî tecawiza ji aliyê komekê ve hat. Êrîşkar û tecawizkar bo cara yekemîn roja duşemê derketin pêşberê dadger. Jina ciwan ku 16’ê berfanbarê hate tecawizkirin, roja 29’ê berfanbarê jiyana xwe ji dest da û ev yek li welêt rê li ber nerazîbûnên dijwar ên jinan vekir. Hema piştî wê bûyereke weke wê ya tecawizê qweimî.
Li gorî nûçeya BBC ya 7’ê çileyê, roja şemiyê, 5’ê çile termê jina ciwan a 21 salî hate dîtin. Hate diyarkirin ku ev jina ciwan gava ji bo kar diçû berbajara Noida ya paytext Delhiya Nû, di rê de winda bibû.
Li gorî nûçeyê, piştî ku keçik venegeriya, bavê wê agahî da polîsan. Polîsan da zanîn ku dibe ev yek eleqeya xwe bi evînê re hebe û reviyabe. Polîsan got: “Dibe bi yekî re çûbe” û bûyerê lêkolîn nekirin.
Piştî ku jina ciwan winda bû, termê hate dîtin. Li gorî hemû agahiyên hatin berhevkirin û lêkolînan li rastî tecawizek bi komî hatiye. Polîsan lêpirsîn da destpêkirin û her kes li benda encamên tiba edlî ne. Piştî bûyerê li Noidayê xwepêşandanên dijwar pêk hatin.
Ji ber vê yekê peywira 4 polîsan hate ragirtin û cihê wan ê peywirê hate guhertin. Li gorî nûçeya rojnameya Times of Indiayê, rayedareke polîsan sê polîs ji ber guh nedane giliyê bavê keçikê û yeke din jî neçûye dewriyeyê li rastî vê pêkanînê hatine.
Li gorî agahiyên çapemeniya Hindî dane, li welêt di her 20 deqeyan de bûyereke ya tecawizê pêk tê û ev yek ji meqamên rayedar re tên ragihandin.