Li Helebê Dayîkên Aşitiyê êrîşên li Serêkaniyê şermezar kir

Li Helebê Dayîkên Aşitiyê êrîşên li Serêkaniyê şermezar kir

Li Helebê Dayîkê Aştiyê ji bo şermezar kirina êrîşên komên çete li ser Serêkaniyê daxuyaniyek çapemeniyê da. Dayîkan piştgiriya xwe ji Serêkaniyê û YPG’ê re ragihand.

Li navenda perwerde û zanistê ya jinan ya Helebê, Dayîkên Aştiyê bi armanca şermezar kirina êrîşên komên çete li ser Serêkaniyê û piştgiriya berxwedana gelê Serêkaniyê û YPG'ê daxuyaniyek çapemeniyê dan. Daxuyanî ji aliyê Dayîka Aşitiyê Eyşê Ehmed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku, dayîkên aşitiyê sersaxiyê ji malbatên şehîdên Serêkaniyê re dixwazin, her wiha berxwedana şervanên YPG'ê û gelê Serêkaniyê silav kirin. Dayîkên Aşitiyê komên çete ku ji aliyê Tirkiyê ve ketine Serêkaniyê şermezar kirin. Her wiha dayîka aşitiyê Remziya Ehmed jî axaftinek kir û diyar kir ku, ew destwerdana Tirkiyeyê ji bo Rojavayê Kurdistanê û piştgiriya ku didin komên çete şermezar dikin, Ehmed got ku, em dê wek dayîkên aşitiyê piştgirî bidin gelê Serêkaniyê û şervanên YPG'ê.