Li Girtîgeha Şakranê zextên li ser girtiyan zêde dibin
Li Girtîgeha Şakranê zextên li ser girtiyan zêde dibin
Li Girtîgeha Şakranê zextên li ser girtiyan zêde dibin
Girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Şakranê diyar kirin ku, her diçe zext û zordariyên girtîgehê li ser girtiyan zêde dibin û binpêkirinên mafan zêde dibin. Girtiyan anîn ziman ku, bijîşka li revîrê jinên siyasî bi gotinên 'terorîst' sor dike û wan derman nakin. Jinan da zanîn ku, bi hinceta ew kelepçe dernaxin nayên dermankirin.
Jinên siyasî yên Girtîgeha Jinan a Şakranê, di derbarê binpêkirina mafan û zextên li ser girtiyan nameyek şandin. Girtiyan di nameya xwe de diyar kirin ku, roj bi roj binpêkirina mafan zêde dibe. Jinan di nameyê de binpêkirina mafan wiha rêz kir: "Bijîşka revîrê ji jinên ku nexweşin û diçin muayînê bi gotina "terorîst" wan sor dike û neheqiyê li wan dike. Dema girtiyên nexweş ên zarok, jin û mêr diçin revîrê û muayinê dibin wan tazî dikin. Yên li hemberî vê yekê derdikevin mafê wan yê sohbetê ji destê wan digirin û cezayê dîsîplînê li wan dibirin.
Hevalên me rastî 12 roj cezayê hucreyê hatin. Girtî rastî helwesta sorkirina personelan tên. Dîsa nameyên ku ji girtiyan re tên desteser kirin. Rojnameyan dereng didin me. Hin caran rojnamemeyan nadin me. Alavên me yên bi kargoyê tên nadin me. Alavên ku em ji derve dixwazin bi hinceta li marketê heye nadin me. Sewqên me yên nexweşxaneyê dereng tên kirin. Xwarina xirab didin me. Li gel ku hefteyê carekê mafê telefonê heye jî ger ku heta 4 caran telefon dernekeve mafê me yê telefonê ji destê me tê girtin. Nameyên ku em ji Huseyin Akyol re dişînin bi girtekan tên desteserkirin. Hevalên me yên naxwazin bi kelepçeyê bên dermankirin rastî ceza tên û nayên dermankirin.
7 MEHAN BI SERÊ XWE DI YEK HUCREYÊ DE HAT GIRTIN
Li Aliyê din zextên li ser Girtîgeha Zarok û Ciwanan ya Şakranê jî zêde dibin. Zarokê bi navê "H.D. bi hinceta di hêjmartinê de ranabe ser piyan cezayê hucreyê lê hat birîn. Jisa ji ber ku ev heval ket gireva birçîbûnê rastî 7 meh cezayê yek hucreyê hat.