Li Girkêlegê komkujiya Parîsê hate şermezarkirin

Li Girkêlegê komkujiya Parîsê hate şermezarkirin

Li Girkêlegê rêxistina Yekîtiya Star di 8' emîn salvegera damezirandina xwe de civînek li dar xist. Di civînê de komkujiya Parîsê jî hate şermezarkirin.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endama Yekîtiya Star Necbîr Azad axivî û komkujiya Parîsê şermezar kir. Azad da zanîn ku komkujiya li dijî jinên kurd pêk hatiye li dijî îradeya hemû gelê kurd e. Her wiha Azad destnîşan kir ku ew ê wek jin li ser şopa ''jinên şehîd'' tekoşîna xwe xurtir bikin.

Piştre Endama Yekîtiya Star Eyhan Mihemed axivî û ji hemû jinên kurd xwest ku tekoşîna xwe ya azadiyê bilind bikin, da ku bikarin bi vî awayî lîstokan pûç bikin. Mihemed bang li hemû jinên Rojavayê Kurdistanê ku tevlî rêxistin û meclisên jinan bibin.

Piştî ku civîn bi dawî bû hemû jinên di civînê de bûn berê xwe dan Navenda Jinan a Perwrde û Hişmendiyê ya Girkêlegê. Li wir daxuyaniyek li dijî komkujiya li Parîsê pêk hat hate dayin û komkujî hate şermezarkirin.

Jinan di daxuyaniya xwe de bal kişandin ser têkoşîna demdirêj a Sakîne Cansiz û ji malbatên her sê jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez re sersaxî xwestin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat wiha hat gotiN: “Em weke Tevgera Yekîtiya Star bang li hemû gelê me yê Ewropayê û Rojavayê Kurdistanê dikin ku xebat û tekoşîna xwe li hember planên ku li dijî gelê me tên lidarxistin xurt bikin û ji bo aşkerekirina komkujiya Parîsê rolek aktîf bileyizin.”