Rêxistina jinan Yekîtiya Starê li Navenda Perwerde û Zanista Jinê bi tevlîbûna sedan jinan semînerek li ser tendirustiya jin li dar xist.
Semînerê bi deqeyek rêzgirtinê ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Semîner ji aliyê Dr. Xelîl Şêx Hesen ê pisporê nexweşiyên jinan ve hat dayîn. Di semînerê de Dr. Hesen bal kişand ser dema ku nû jin zarok tîne dinyayê û çawa bikare pêşî li anîna zarokan ya zêde bigire û li hemberî wan çawa bikare tedbîrên xwe bigire ku bi nexweşiyên cûda re rû bi rû nebe.
Her wiha Dr. Hesen destnîşan kir çawa jin bi rêya bijîşkî bikarin pêşî li zarok anîna zêde bigire bê ku zerarê bigihijîne xwe. Dr. Hesen hişyarî ji bo jinan kir û da zanîn ku dema wan ya niha de gelek jin bi rêya dermanên cûda jiyana xwe dixin xeteriyê, wek karanîna hebên pêşîgirtina çêbûna zarokan, ev heb dibin sedemê xirabkirina derûniya jinan û her wiha karanîna derziyan ku ew jî dibe sedemê gelek nexweşiyên cûda di bedena jinê de çêbin.
Endama Komîteya Tendirustiyê Rûken Efrîn jî ji hemû jinan xwest ku agahdarî tendirustiya xwe bin û bi taybet ji jinên ku di temenê biçûk de dizewicin, xwest serlêda doktorên pisporê nexweşiyên jinan bikin.
Di dawiya semînerê de Dr. Hesen pirsên jinan bersivand.