Li Efrînê pêşangeha karên destan

Li Efrînê pêşangeha karên destan

Li navçeya Şera ya Efrînê Rêxistina Yekîtiya Star pêşengeha ''Şehîd Gelî'' ya karên destan di Navenda Perwerdeya Hişmendiya Jinan vekir.

Bi beşdariya bi sedan jinan Rêxistina Yekîtiya Star pêşengeha''Şehîd Gelî'' ya karên desta di Navenda Perwerde Û Hişmendiya Jinan a navçeya Şera vekir. Merasima vekirinê bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir.

Piştre Endama Yekîtiya Star Şervîn Efrîn axivî û diyar kir ku vekirina pêşenga karên destan ji bo ku her kes hunera jinan û rêbazê wê di jiyanê de bibîne û folklora Kurdî pêk hatiye.Di dawiya axaftina xwe de Efrîn pêşengehê diyarî hemû beşdaran û malbata Şehî Gelî kirin.

Dayika şehîd Gelî beriya deriyê pêşengê veke sipasiya hemû jinan kir û tevî jinan deriyê pêşangehê vekir. Deriiyê pêşengehê dê du rojan ji mêvana re vekirî be.