Li Dirbêsiyê pîrozbahiya 8'mîn salvegera Yekîtiya Star

Li Dirbêsiyê pîrozbahiya 8'mîn salvegera Yekîtiya Star

Li Dirbêsiyê jinên Kurd heştemîn salvegera ya rêxisitnên jinên Rojavayê Kurdistanê Yekitiya Star bi civînekê berfireh pîroz kirn, di heman demê di civînê de komkujiya Parîsê hate şermezarkirin.

Li navenda Çand û Hunerê ya Bajarê Dirbêsiya, bi sedan jin 8'emîn salvegera damezirandina Yekitiya Star de bi civîneke berfireh pîroz kir. Jinên ku ji bo pîrozbahê civiyabûn komkujiya Parîsê şermezar kirn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre Endama Yekitiya Star Leyla Bişar 8' emîn salvegera damezirandina Yekitiya Star li hemû jinên Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdelah Ocalan pîroz kir. Leyla destnîşan kir ku ev mehek nexweş bi ser gelê Kurd de hat, plangerên ku li dijî gelê Kurd planan lidardixin, bi komkujiya Parîsê careke din dilê gelê Kurd xemgîn kirin û 3'ê jinên kurd bi hovane qetil kirin.

Leyla diyar kir ku tevî hemû zehmetiyan jî jinên kurd li ber xwe dane û bi israr meclisên xwe ava kirin û li ser fikra Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan ku tevî şert û mercên zehmet jî bo azadiya jinan ranewstiyaye, jinan xwe bi rêxistin kirin.

Leyla destnîşan kir ku jin di hemû qadên jiyanê de cihê xwe digre û di nava Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi xurtî cihê xwe digire. Leyla di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir da ku tevlî rêxistina Yekîtiya Star bibin.

Piştre Cîgira Seroka Meclisa Bajarê Dirbêsiyê Minewer Fino axivî û got: '' Ez salvegera Yekitiya Star li jinan pîroz dikim, bila her kes bizane ku em bi rêxistina xwe ji her kesî re diyar dikin ku em dikarin xwe bi rê ve bibin. ''