Li Başûr di mehekê de 6 jin hatin qetilkirin

Li Başûr di mehekê de 6 jin hatin qetilkirin

Li Başûrê Kurdistanên cinayetên jinan berdewam dikin. Li Dihokê jinek ji aliyê birayê xwe ve hate kuştin û bi vî awayî di mehekê de  jin li seranserê Başûrê Kurdistanê hatin qetilkirin. Ji vana 4 jin ji ber “sedemên civakî” hatin qetilkirin û 2 yên din jî agir berdan bedena xwe.

Roja 9’ê sibatê li gundê Etîtê yê Dihokê jina 40 salî ji aliyê birayê xwe ve hate kuştin. Bersucê ku 7 gulle li xwîşka xwe xist winda bû. Polîan sedemê kuştinê weke “sedemên civakî” bi nav kir. Li gorî agahiyan jina hate kuştin dayika 5 zarokan e, carek hev berdane û careke din zewiciye.

Dîsa, roja 6’ê sibatê li Dihokê jinek ji aliyê hevserê xwe ve hate kuştin. Li Kerkûkê R.M. ya 18 salî roja 4’ê sibatê ji aliyê bavê xwe ve hate kuştin. Cenazeyê jina ciwan avêtibûn çolê û li wir ji aliyê polîsan ve hate dîtin. Hate diyarkirin ku sedema cinayetê careke din “meseleya namûsê ye.”

Her wiha, bûyerek ji bûyerên ku weke “ji ber sedemên civakî’ tên binavkirin, roja 3’yê sibatê li Silêmaniyê qewimî. Keçika 15 salî xwe daliqand û dawî li jiyana xwe anî. Lêkolînên rayedarên polîsan encam nedan û ew jî  tenê weke “sedemek civakî” hate tomarkirin.

Her wiha, li Silêmaniyê roja 14’ê çileyê jî jinek 29 salî bedena xwe dabû ber agir. Jina bi navê Ş.E.ya 29 salî bi vî awayî dawî li jiyana xwe anî.

21’ê berfanbarê liŞengalê jî jina ciwan bedena xwe da ber agir û dawî li jiyana xwe anî. Jina ciwan a ku xwe şewitand mehek li ber xwe da û roja 25’ê çileyê dawî li jiyana xwe anî.

BÎLANÇOYEK METIRSÎDAR

Li Başûrê Kurdistanê bûyerên weke cinayetên jinan, xwekujî, taciz û tecawiz her ku diçin zêdetir dibin. Tenê li Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk û Germiyanê ji çileya sala 2008 heta tîrmeha 2012 17 hezar û 435 jin li rastî tundiyê hatin. Ji vana 2 hezar û 385 jin hewl dan xwe bikujin, herî kêm 399 jin jiyana xwe ji dest dan. Li gorî van hejmaran di çar rojan de jinek tê qetilkirin û di sê rojan de jinek tê tecawizkirin.