Li Amûdê jinên ciwan li dijî komkujiya Parîsê meşiyan

Li Amûdê jinên ciwan li dijî komkujiya Parîsê meşiyan

Duh li Amûdê jinên ciwan bi armanca şermezarkirina komkujiya Parîsê û xwedîderketina her sê jinên Kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di komkujiyê de hatin qetilkirin meşek li dar xistin.

Meş li ber Navenda Ciwananên Şoreşger a Amûdê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jinên ciwan berê xwe dan qada Şehîd Cîhad. Li qada Şehîd Cîhad Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Jiyan Dêrik axivî û diyar kir ku dijminên gelê Kurd têkçûna xwe bi van komkujiyan dixwazin veşêrin. Dêrik got: “Gelê me li Serêkaniyê bi ser ket û berxwedan û vîna xwe nîşan dan” û destnîşan kir ku komkujiyên bi vî rengê hovane nikarin wana ji vîna wan dûr bixînin.

Dêrik da zanîn ku ev destên qirêj bi van kiryarên xwe dxwazin hevdîtinên ku ji ber berxwedana gelê Kurd mecbûr bûn ku bikin, bi van komkujiyan dixwazin hevdîtinên bi ser nekevin û pirsgirêka kurd riya çareseriyê nebîne. Di dawiya axaftina xwede Dêrik ji Hukmeta Fransî xwest ku di zûtrîn dem de kujerên komkujiya Parîsê aşkere bikin û werin dadgehkirin. Dêrik ji jinên ciwan xwest ku tevlî xebatên xwe rêxistinkirinê bibin û hêza xwe nîşan bide.