Lafontaine: Tu cudahî di navbera Sakîne Cansiz û Rosa tune

Lafontaine: Tu cudahî di navbera Sakîne Cansiz û Rosa tune

Ji Tevgera Çep a Alman Oskar Lafotaine diyar kir ku tu cudahiya Sakîne Cansiz ji Rosa Luxemburgê nîne û qetilkirina sê jinên kurd şermezar kir. Lafontaîne diyar kir ku ew êşa gelê kurd parve dikin û diyar kir ku pisgirêka kurd tenê bi muzakereyê çareser bibe. Lafontaine ji ANF’ê re xivî û polîtîkayên hundir û derve yên hikûmeta Merkelê bi tundî rexne kir.

15’ê çileyê 1919’an de pêşengên tevgera jinan a cîhanê Rosa Luxemburg ku tenê pêşenga tevgera sosyalîst a Alman bû, di heman demê de pêşenga tevgera jinan a cîhanê bû û hevalê wî Karl Liebknecht li Berlînê ji aliyê servîsa veşartî ve hatin qetilkirin. Balkêş e ku Sakîne Cansiz ne tenê pêşenga tevgera azadiya kurd, pêşenga tevgera jinên kurd e. Dîsa di rojek çile, li Ewropayê weke Luxemburg tê qetiklirin.

Ji tevgera çep a Alman siyasetmedar Oskar Lafontaine diyar kir ku qetilkirina jinên kurd ew gelek xemgîn kirine. Lafontaine bal kişand ser nasnameya Sakîne Cansiz û wiha got: “Keseke di riya Rosa Luxemburg têdikoşiya, bi heman awayî hat qetilkirin. Hêviya min ew e ku di demek nêz de derkeve holê.”

VEKIRINA DERIYÊ DIYALOGÊ KÊFXWEŞÎ YE

Lafontaine diyar kir ku hevdîtinên bi Ocalan re û diyalog gelek ew kêfxweş kiriye û da zanîn ku pirsgirêka kurd bi riyên aştiyane û demokratîk bê çareserkirin û wiha got: “ Di van salên dawî de me dîsa dît ku pirsgirêka kurd bi îşkence, girtin û binçavkirinan nayê çareserkirin. Hêviya min ew e ku polîtîkayên şîdetê bi giştî bê rakirin. Ji ber ku pirsgirêk tenê bi muzakereyê tê çareserkirin. Em jî vê pêvajoyê ji dil silav dikin.”

JI BO ENDAMTIYA YE’YÊ DIVÊ REFERANDUM BÊ KIRIN

Lafontaine got ku di 20’ê çile de li eyalata Saksonya Jêr hilbijartin dê pêk werin û diyar kir ku ji bo piştgiriyê bide endamê kurd Yilmaz Kaba hatiye bajarê Celle. Lafontaine bersiv da pirsa ; Gelo hêj şensê endamtiya Tirkiyeyê ya ji Yekitiya Ewropayê heye an na? û got; “Hêj pirsgirêkên YE’yê bi xwe hene û çareser nekirine. Hikûmetan YE ava kiriye, ya girîng ew e ku Ewropayî çi difikirin. Ji bo vê ji bo endamtiyek wisa divê referandum bê kirin.”

DI ÎNCÎLA EZ DIXWÎNIM DE ŞER TUNE

Lafontaine polîtîkayên derve yên hikûmeta Demokrat a Xiristiyan jî rexne kir û wiha got: “Di Încîla ez dixwînim de gotina şer derbas nabe. Nizanim ka wan Încîl xwendiye an na. Kesên dewletmend bi qasî ku pereyê wan hene, deynê dewletan hene. Divê piyasayên pereyan û banka ji nûve bên sererastkirin.”

OSKAR LAFONTAINE KÎ YE?

Lafontaîne yê 70 salî di partiya çep de ji 2007’an heta 2010’an bi Lothar Bîsky re peywira hevserokatiyê kir. Ji ber nexweşiya pençeşêrê dest ji peywirê berda. Di navbera 1985-98’an de 13 salan serokatiya eyaleta Saarland kiriye, di 1990’î de di hilbijartinên federal de jî endamê partiya Çep a Demokrat bû.

Di 1998’an de ji hikûmeta Keskan- demokrast a sosyal bû wezîrê aboriyê. Lê tenê 5 mehan wezîrtî kir. Di 2005’an de ji endamtiya SPD bi giştî îstîfa kir û ji partiya Çep re pêşengî kir.