Komkujiya ku 9’ê çileyê li Parîsa paytexta Franseyê pêk hat û di encamê de 3 jinên Kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez jiyana xwe ji dest dan, Kanedayê hate protestokirin.
Kurdistaniyên ku li bajarê Toronto ya Kanedayê dijîn, bi daxuyaniyekê komkujiya Parîsê şermezar kirin. Komîteya Jina Azad a Kurd bi daxuyaniyekê ragihand ku ev komkujî li hemberî têkoşîna azadiya jina Kurd pêk hatiye û bi tundî şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gelê Kurd teqez dê hesabê komkujiyê bipirse û bal kişand ku dê jinên Kurd têkoşîna xwe xurttir bikin.
Her wiha, di daxuyaniyê de ji rayedarên Franseyê hate xwestin ku cinayet were ronîkirin û kujer bên girtin.