Komkujiya Parîsê li Bexdayê hat şeremzarkirin

Komkujiya Parîsê li Bexdayê hat şeremzarkirin

Komkujiya ku 9’ê çileyê li Parîsa paytexta Franseyê pêk hat û di encamê de sê jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez jiyana xwe ji dest dan, li paytexta Iraq Bexdayê hate protestokirin.

Li Bexdayê bi armanca protestokirina komkujiya li Parîsê, bi tevlîbûna gelek rewşenbîrên Kurd û Ereb û gelek kesên din çalakiyek hate lidarxistin.

Di civîna ku bi boneya protestokirina komkujiyê hate lidarxistin de, bal kişandin ser têkoşîna her sê jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez. Her wiha bang li dewleta Franseyê hate kirin ku di demeke zû de komkujiyê ronî bike.