KJB: Em xwedî li Sakîne, Fîdan û Leylayê derbikevin

KJB: Em xwedî li Sakîne, Fîdan û Leylayê derbikevin

Koordînasyona KJB’ê daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku cenazeyên her sê jinên kurd Cansiz, Dogan û Şaylemez tê ser axa xwe welatê xwe ku ji bo wê têkoşînek mezin dan û wiha got: “Divê em şehîdên xwe bi înata ku em dê hesab ji kujeran bipirsin û îdiaya wan ya azadiyê pêşwazî bikin û li ser esasê ku em şehadeta wan bigihînin şoreşê têkoşîna xwe bilind bikin.”

Koordînasyona tevgera jinên Kurd KJB (Koma Jinên Bilind) derbarê merasima cenazeyên her sê jinên Kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li Parîsê hatibûn qetilkirin de daxuyaniyek weşand û banga xwedîlêderketinê kir.

KJB’ê da zanîn ku ji ber k u têkoşîna azadiyê li ser esasê nasnsmeya kurd a azad, jina azad ya “bi pêşengiya Rêber Apo gihiştiye wateya xwe, êrîşên dijmin zêdetir bûne”. Koordînayoan KJB’ê wiha got:

“Weke ku Rêber Apo jî di hevdîtina xwe ya dawî de gotiye ji Komkujiya Dersimê çi hedef girtibe, vê jî ev hedef girtiye û heman rastiyê nîşan didin. Li dijî îradeya azad û xwenaskirinê bersiva hatiye dayîn komkujî ye. Ev rastiya dijmin ji bo kurdan qet neguheriye. Ev êrîşa dawî jî hilberîna vê rastiyê ye. Di rastiyê de polîtîkayên qirêj û bazara qirêj de di serî de li hemberî Rêbertiya me û hemû gelê kurd ev êrîş pêk tên. Ji bo guherîna vê yekane tişt heye ku hêza înşakirina bi destê xwe ya jiyana ku em heq dikin e. Kesayetiya hevala Sakîne di vê esasê de gihiştiye şênberiya xwe.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê gelê kurd li cihê ku dijî li hemberî vê faşîzma deweleta tirk û hêzên navnetewî têkoşîna xwe bigihîne asta herî bilind. Her sê hevalên me pêşî tînin Amedê. Hevala Sakîne ku pêşenga berxwedana efsaneya ku Amed kir Amed bû şûnde tê ser wê axê. Amed ku deyndarê vê şoreşgera mezine divê bi awayekî hêja bê pêşwazîkirin. Heval Fîdan dîsa ziman û gotina berxwedana gelê kurd û jina kurde. Leyal zaroka wê axê ye û kesayetiya jina mîlîtan ya ku şênber bûye. Divê hesabê vê komkujiyê bê pirsîn.

Dêrsîm divê bi heybetek mezin hevala Sakîne pêşwazî bike. Hevala Sakîne rastiya herî mezin ya ku dîroka berxwedana Dêrsîmê şênber kiriye. Bi wesîleya vê şehadetê divê gelê Dêrsimê ji hemû polîtkayên asîmîlasyonê re bêje na û berpirsyariya pêşengiyê bide ser milê xwe. Divê gelê Dêrsimê bi hêzeke mezin tevli bibe. Hevala Fîdan Dogan divê bi heybeteke mezin li milên bi sedhezaran kesî bên pêşwazî kirin û divê bibe wesîleya hebaspirsîna dijman ya li ser wan axan. Hevala Leyla divê ji aliyê gelê Mêrsînê ve bi hêzeke mezin bê pêşwazî kirin û bê oxirkirin. Li ser vê esasê hemû Kurd û di serî de jin serhildanên xwe bilind bikin û hesab ji dijmin bipirsin.”