Koordînasyona KJB’ê daxuyaniyek dan û di daxuyaniyê de bang li gelê Kurd kir ku divê damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK’ê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi merasîmeke ya hêjayê sekn û têkoşîna wan bên oxirkirin. Koordînasyona KJB’ê da zanîn ku ew weke Tevgera Azadiya Jinê ya Kurd dê hefteya pêş weke Hefteya Têkoşîn û Berxwedana Netewî pêşwazî bikin.
Di daxuyaniyê de bang li hemû kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyê welat hat kirin ku têkoşîn û tevlibûna Hefteya Têkoşîn û Berxwedana Neteweyî bilindtir bikin.
JINA LEHENG A BERXWEDÊR A DÊRSIMÊ
Koordînasyona KJB’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Hevala Sakîne li Çiyayên Kurdistanê, zindana û nav gel de her tim di qada têkoşînê de serê wê bilind bû û tu astengî nas nedikir. Di her şert û mercî de her tim bi berpirsyariya pêşengiyê bi hezaran hevalên xwe fêm kir, hêz dayê. Ji bo hêzê bide hevalên xwe her heta dawiya enerjiya xwe da hevalên xwe. Hevala Sakîne ji bo rêbertî, heval û gelê xwe têkoşînek bêhempa da û di jiyana têkoşîna xwe ya 35 salan de dîroke berxwedanê li pey xwe hiştiye. Bi mîrateya ku wê ji me re hiştiye em tu carî dê bi girêdana şînê tevnegerin û ji bo me mîrateya wê hinceta têkoşîn û jiyana me ye. Jina leheng ya berxwedêr a Dêrsimê çavkaniya rumetê ya jinê ye. Hevala Sakîne piştî têkoşîna xwe ya 35 salan şûnde vedigere ser axa xwe ji ber wê vê merasîmeke hêjayê wê pêk were.”
DOGAN DIVÊ BI HÊZEKE MEZIN JI ALIYÊ GELÊ MELETÎ, SEMSUR, DÎROK Û GURGUMÊ VE BÊ PÊŞWAZÎKIRIN
Di daxuyaniyê de ji bo Dogan jî wiha hat gotin: “Hevala Fîdan Dogan ligel ku li Ewropayê mezin bûye û têkoşîn nas kiriye di serî de dîroka berxwedan û serhildanê, xweşikahiya mirovahiyê û paqijiya mirovahiyê şênber kiriye. Di jiyana xwe ya ku zû pêş ket de gelek serkeftinên mezin pêk aniye. Di têkoşîna jinê de mezin bûye. Di asta dîplomasiya navneteweyî de jî bûye ruyê sekna jiyaneke têr û tije, bûye hezkiriya azadiya jina kurd. Di serî de Elbîstan û Bazarcix, Meletî, Dîlok û Semsur divê hemû gelê me heval Rojbîn bi biryara têkoşîneke mezin oxir bikin.”
LEYLA ŞAYLEMEZ DIVÊ TÊKOŞÎNEKE MEZIN LI AMEDÊ BÊ PÊŞWAZÎKIRIN
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Leyla Şaylemez di nav xebatên tevgara jinê û ciwanan de keseke aktîf bû. Hevala Şaylemez di serî de ji aliyê gelê Amedê ve û hemû gelê kurd ve bi têkoşîneke mezin bê pêşwaşzîkirin.”
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “ Her sê hevalên me bi rêbazên qirêj û dijmirovane hatin qetilkirin. Ev jî nîşan dide ku hêzên li hemberî me çiqas nisîbê xwe ji mirovahiyê girtine. Asta ku têkoşîna me hatiye, ecizî û qirêjiya vê zihniyetê derdixe holê. Ji ber vê piştî hevalên xwe em dê şînê girênedin; em weke tevgera jinan a azad ya kurd hefteya pêş xwe dê weke Hefteya Têkoşîn û Berxwedana Netewî Pêşwazî bikin. Em bang li hemû gelê kurd dikin ku bila bi hêzeke mezin tevlî vê hefteyê bibe.”