KJB: Cezayê li Selek hatiye birîn siyasî, zayendî ye
KJB: Cezayê li Selek hatiye birîn siyasî, zayendî ye
KJB: Cezayê li Selek hatiye birîn siyasî, zayendî ye
KJB’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku di doza Pinar Selek ya ku ev 14 sale didome, de li Selek cezayê muebetê hatiye birîn û got ev cezayê hatiye birîn, zayendperest, siyasî û weke tolhildanê ye.
KJB’ê destnîşan kir ku hêzên navxweyî yên dewletê pri zêde têgehên hiqûq û demokrasiyê bikartînin û hate diyarkirin ku dewleta Tirkiyeyê bi awayekî zanebûn zîhniyeta yekane diparêze û li her qada jiyanê belav dike.
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Li Tirkiyeyê ji tu tiştekî ku derveyê pergalê difikire mafê jiyanê nayê nasandin. Tenê di meha ewil ya 2013’an de vê pergala hiqûqê dîsa rojnameger, rewşenbîr û hilbijêr hatin hedef girtin. Kujerên Hrant Dînk hêj nehatine dîtin. Di bin navê doza KCK’ê de bi hezaran kes girtîng e û bê guman her kes dizane ku ev rûpoşa qirkirina siyasî ye. Li dijî gelê ku ne kurd in pergala yek netew tê nîşandan.
Yek ji van dozan ya Pinar Seleke û ev 14 sale didome. hiqûqa dewleta tirk ya ku hemû hiqûqa xwe lis er zihniyeta yekane ava kiriye, di vê dozê de jî dosteke kurdan ku piştgiriyê dide têkoşîna gelê kurd û femînîste hedef girtiye. Ligel ku doza wê berê bi beratê encam bibû, piştî 14 salan şûnde cezayê muebetê lê birîn. Ev biryar israra tolhildanê ye. Ji ber vê jî doza Pinar Selek doza ku kesên ku ji derveyê pergala tirk dimîne ye. Em weke KJB’ê diyar dikin ku li dijî vê hiqûqê ne û piştgiriyê didin têkoşîna mafdar a Pinar Selek.”