‘Kesên Sîerraya DYA'yî peydakirin bila kiryarên windayên me jî peyda bikin’

‘Kesên Sîerraya DYA'yî peydakirin bila kiryarên windayên me jî peyda bikin’

Dayîkên Şemiyên ên Stenbolê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de gotin; "Hikûmet hatin guhertin lê raman nehat guhertin." Ji dayîkan Hanim Tosun diyar kir ku, kesên ji bo peydakirina Saraî Sîerra ya DYA'yî ked dayîn bila ji bo peydakirina windayan û kiryaran jî derbixin holê kedê bidin.

Dayîkên Şemiyê çalakiya xwe ya hefteya 411'an li Qada Galatasarayê li dar xistin. Di çalakiyê de pankrata "Kiryar diyar in winda li ku ne" û wêneyên kesên hatin windakirin hilgirtin. Ligel dayîkên şemiyê gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de destpêkê kurê Huseyîn Taşkaya yê ku di 6'ê kanuna 1993'an de li navçeya Sêwerekê ya Rihayê piştî hate binçavkirin hate windakirin Şerîf Taşkaya mafê axaftinê girt. Taşkaya diyar kir ku 20 salin li her derê li bavê xwe digerin lê heta niha tu encam bi dest nexistin.

Taşkaya anî ziman ku, "Edalet ev nîne!" û wiha got: "Heke zarokekî 2 salî kevirekî bavêje camêkê peyda dikin. Lê ji malbatên me bi salanin tu agahî tunene. Dad me her carên dişîne aliyekî û li ser guhê xwe diavêje. Zagonên serokwezîr gotin dê biguhere, heke daban zarokekî 3 salî dê baştir mirovî amadekiriban. Ji ber ku zagonên serokwezîr dibêjin, 'min nedît' û 'min nebihîst' Zagonên wî dibêjin 'bikuje' Em hestiyên xwe dixwazin. Bêhna hestiyên me têra me hene. Em lêborînê jî naxwazin. Bila vê yekê baş bizanin ku em dest ji têkoşîna xwe bernadin."

'HEKE EDALET JI BO DYA'YÊ HEBE DIVÊ JI BO ME JÎ HEBE'

Hevjîna Fehmî Tosun ê ku di sala 1995'an de li navçeya Avcilarê ya Stenbolê ji aliyê kesên di destê wan de bêtêl heyî ve hate revandin û carek din tu agahî ji wî nehatin girtin Hanim Tosun jî bi gotina "Em edaletê dixwazin" dest bi axaftina xwe kir. Tosun di axaftina kirî de bal kişand ser welatiya DYA'yî Saraî Sierra ya ku hefteya borî li Stenbolê hate windakirin û pişt re mirî hate dîtin. Tosun diyar kir ku, piştî Sîerra winda bû rayedaran lêkolînekî berfireh kirin û di çarçoveya vê lêkolînê de gihiştin cenazeyê wê. Tosun xwestin ku weke Sîerra windayên wan û kiriyarên wan jî bên derxistin û wiha got: "Heke edalet hebe bila jî bo hemû kesî hebe. Heke ji DYA'yê re hebe divê ji me re jî hebe."

19 SALIN JI AYATO DI AGAHÎ TUNEYE

Di çalakiya vê hefteyê de aqubeta Muhterem Ayato yê ku di sala 1994'an de li ser riya di navbera navçeya Farqîn û Pasûrê yên Amedê de ji mînîbûsê hate binçavkirin û tu agahî jê nehate girtin hate pirsîn. Endama Komîsyona Li hemberî Windayên Di bin çavan de ya Şaxa ÎHD'ya Stenbolê Fadîk Temîzyurek daxuyanî xwend û wiha got: "Hikûmet hatin guherîn lê raman nehate guherîn." Temîzyurek, diyar kir ku, aqubeta Muhterem Ayato yê ku 19 sal berê hate windakirin her tim di tarîtiyê de ma û ev yek encama vê ramanê ye.

Temîzyurek anî ziman ku, Ayato di minîbûsê de li ber çavên welatiyên din ji aliyê leşkeran ve ji wesayîtê anîn xwarê û bi welatiyê bi navê M.Şîrîn Baran re birin Fermandariya Cendirmeyan a Farqînê û pişt re birin Fermandariya Cendirmeyan a Bajar a Amedê, pişt re Ayato derxistin dozgeriyê û sûçdarî qebûl nekirin. Temîzyurek da zanîn ku, Baran da zanîn pişt re Ayato rastî îşkenceyên giran hat û li navendê hate girtin. Temîzyurek bilêv kir ku, Rêxistina Efuyê di 15'ê nîsana 1994'an de banga çalakiyê ya lezgîn kir û bi telgraf, faks û nameyan ji rayedarên dewletê yên wê demê re şandin û xwest ku aqubeta Ayato aşkera bikin."

Temîzyurek destnîşan kir ku, ligel hemû serlêdanan têkildarî aqubeta Ayato bêencam ma û rayedarên leşkeran ên wê demê û rayedarên dewletê yên wê demê berpirsyarê vê yekê ne.