Jinên li Girtîgeha Bakirkoyê komkujî şermezar kirin

Jinên li Girtîgeha Bakirkoyê komkujî şermezar kirin

Jinên girtî yên Girtîgeha Jinan ya Bakirkoyê di ziyareta xizmên xwe de bertekên xwe yên li hemberî qetilkirina 3 siyasetmedarên jin yên Kurd anîn ziman. Jinên girtî qetilkirina 3 jinan bi sloganan şermezar kir.

Jinên girtî yên Girtîgeha Jinan ya Bakirkoyê, di ziyareta xizmên xwe de bi sloganan qetilkirina 3 siyasetmedarên jin yên Kurd şermezar kir. Jinên girtî qetilkirina sazûmankara PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez bi sloganan şermezar kir û bertekên xwe anîn ziman. Jinan duh li Girtîgeha Bakirkoyê bi xizmên xwe re hevdîtin pêk anîn û bi sloganên "Jin jiyan azadî" û "Bê Serok jiyan nabe" qetilkirina jinê şermezar kir.