Li bajarê Zurîh a Swîsreyê ji aliyê Meclisa Jinan a Şehîd Bêrîtan ve li ber Parlamentoya Zurîhê çalakî pêk hat û di çalakiyê de komkujiya Parîsê hat şermezarkirin û hate xwestin ku kujerên 3 jinên kurd derxin holê.
Nêzî 100 kurdên tevlî çalakiyê bûn. Çalakî ji ber ku di dema Civîna Meclisa Kanton a Zurîh de pêk hat eleqeyek mezin dît. Berdevka meclisa Jinan a Şehîd Berîtan ya Zurihê Şukran Sîncar û hevalên xwe ji bo ku ji komkujiya Parîsê derkeve holê û kujer bên darizandin dosyayek pêşkêşî parlamentoyê kirin.
Sîncar da zanîn ku heta ku komkujiya li dijî hevalên wan ya 9’ê Çile de pêk hat derkeve holê dêçalakiyên xwe li her derê bidomînin.
Sîncar wiha pê de çû: “ Sedema berhevbûna me ya vê derê ew e ku Parlamentoya Zurîhê li dijî vê hovîtiyê bê deng nemîne û nameyeke ji hikûmeta Fransayê re bişînin ku da ku kujerên komkujiyê derbixin holê. Ji ber ku komkujiya li dijî 3 hevalên me hatine kirin ne ku di carekê de pêk hatiye. Komkujî bi zanebûn û plankirî pêk hatiye. Di şexsê Hevala Sakîne, Fîdan û Leyla de li hemberî tevgera kurd û 3 nifşên jinan pêk hatiye. Ev her sê şoreşger bûn qurbana suîkastek bi plan. Di şexsê wan de serokatiya me û pêvajoya aştiyê hedef girtin. Hevala Sakîne Cansiz sembola berxwedanê û azadiya jinê bû.
Divê kesên di vê komkujiyê de cih girtine û yên pişt wan derkevin holê. An ne dê ev komkujî û hovîtî wekê lekeyeke reş li ser ruyê Fransa û Ewropayê bimîne. Em bi hêvî ne ku kesên komkujî pêk anîne di demeke nêz de bên deşîfrekirin. Her wiha heta kujer neyên dîtin dê em wekê jinên kurd dê rehetiyê nedin wan.”
Çalakiya jinan bi dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’, ‘Jin jiyan Azadî’ bi dawî bû.