Jinên BDP’yî ‘tundiya zilaman’ protesto kir
Jinên BDP’yî ‘tundiya zilaman’ protesto kir
Jinên BDP’yî ‘tundiya zilaman’ protesto kir
Meclisa Jinan ya BDP’ê û Hevgirtiyên DOKH’ê tundiya li dijî jinê protesto kirin û aşkera kirin ku, ew dê li dijî ‘sîstema desthilatdar ya zilam ya tundiyê di afirîne’ tekoşînê bidin meşandin.
Jinên ku li ber Sumerbanka berê Konakê kombûn dowîzên “Destên ku radibin jinê bila bişkên”, “Jin, Jiyan, azadî”, “Jin jiyane, jin nikare were qetilkirin”, “ Ji tundiya li ser jinê re na” hatin hilgirtin.
Li vir Zuhal Çelebî li ser nave saziyan daxuyaniya çapemeniyê xwend û balkişande ser ku, heftiyê herî kêm 3 jin tên kuştin û got, bi feraseta desthilatdariya zilam di bin navê ‘namûsê’ de komkujiya jinan didomînin.
Çelebî destnîşan kir ku, hemû saziyên dewletê jî hevkarên vê komkujiyê ne, her wiha di serî de tiba edlî û sîstema hiqûqê, hemû sîstem di bin desthilatdariya zilam de xizmetê dikin.
Çelebî da zanîn ku, yek ji qurbanên komkujiya jinan jî Hasret Daşli ye û wiha axivî: “Hasret Daşliya 15 salî rastî tecawiza du pismaman hatiye. Hasret dema ku ducanî dibe ji aliyê endamên malbatê ve tê kuştin û di avêjin rûbarê Êlihê.
Çelebî di daxuyaniya xwe de balkişande ser tundiyên li dijî jinê yên vê dawiyê zêdebûne û wiha got:
“Cih Uşak; Xwendekara bi navê M.N ya 12 salî di nava salekê de rastî tecawiza 13 kesan hat. Stenbol-Samatya; 3 jinên Ermenî yên tena xwe jiyan dikin bê navber rastî êrîşan hatin. Ji vana jinekê jiyana xwe ji dest da, yeka din jî çavê wê kor bû. Afyon; 3 zilamên alkon vexwarin hema raste rast ketin malekê û 3 jin tecawiz kirin. Kocaelî-Gebze; jina bi navê Mehtap C. ji aliyê zilamê xwe yê ku doza hevcudabûnê vekir vve hate qetilkirin. Amed Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê; xizmên nexweş li bijîşk Rabîa Oner xistin. Balkêşe ku yek ji vana polîse.”
Çelebî destnîşan kir ku, li tevahiya cîhanê di tundiya li dijî jinê de Tirkiye yekemîne û ragihand ku, ew dê li dijî feraseta zilam ya tundiyê dike û biryarên darazê yên vê zilmê pesend dikin tekoşînê berdewam bikîn.
Daxuyanî bi slogana bidawî bû.