Jinên BDP û KCD'ê ji bo Rojava dadikevin qadan

Jinên BDP û KCD'ê ji bo Rojava dadikevin qadan

Endam û rêveberên jin ên BDP û KCD'ê ji bo piştgiriyê bidin kurdên Rojava, di 26'ê Çile û 2'ê Sibatê de 2 mîtîngan li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê pêk tînin.

Endam û rêveberên jin ên BDP û KCD'ê ji bo piştgiriya kurdên Rojava û mîtîngên ku li Nisêbînê pêk bîne daxuyaniyên hevpeş dan. Jinan di daxuyaniya hevpar de pêvajoya dawî nirxandin û diyar kirin ku hikûmeta AKP'ê ji bo Projeya Mezin a Rojhilata Navîn rol û rista Qereqolê dibîne. Jinan, destnîşan kir ku kurdan li Kurdistana Rojava bi tecrûbeya tekoşîna azadiyê ya 40 salan hemû planên serdestan hilweşand û polîtikayên AKP'ê yen Sûriyeyê vala derxistine.

Jinan, di berdewama daxuyaniyê de anîn ziman ku li gel hewldan û polîtikayên hikûmeta AKP'ê dîsa bi biryar û hewldanin ku bi gelê Rojhilat re di nava aştiyê de bijîn. Jinan, da zanîn ku Hikûmeta AKP'ê ji bo tifaqî û yekitiya kurdan û gelên Rojhilata navîn perçe bike çeteyan pêş dixe û gelê herêmê tîne hemberî hev û wiha got: "Li aliyekî ambargoyê datînin ser Kurdistana Rojava, li aliyê din gelê kurd yên herêmê bi birçîbûnê terbiye dikin. Herêma Federal a Kurdistanê bi ambargoyê tecrîdê li ser kurdên Rojava pêş dixe. Li navçeya Serêkaniya Rihayê çete bi destê AKP'ê tên perwerdekirin û pêşxistin. Li Serêkaniya polîtîkayên şer ên taybet dimeşîne. Demû deriyan li ser kurdan digirin û dixwazin kurdan di nava xwe de bifetisînin. Hişmendiya ku ewil jinê dikujin jinê wekî xenîmeta şer dibîne. Dixwazin gelê Rojava bi birçibûn, xizanî, betalî, dizî, tacîz û tecawizê terbiye bikin."

Jinan da zanîn ku wekî endamên meclîsa jinê ya BDP û KCD'ê bang li hikûmeta AKP'ê dikin û dixwazin bi lezgîn dest ji polîtikayên şerê taybet berdin. Jinan, destnîşan kir ku polîtîkayên AKP'ê yên li hemberî Sûriyeyê pêvajoya hevdîtinên li Îmraliyê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve astengdar dike. Jinan, destnîşan kir ku hikûmet li aliyekî hevdîtinê pêk tine û li aliyê din jinên kurd Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez qetil dike û operasyonên leşkerî berdewam dike.

Jinan di daxuyaniyê de anîn ziman ku Meclîsa Jinan a KCD'ê dê di 26'ê Çile û Meclîsa Jinê ya BDP'ê jî di 3'ê Sibatê de li navçeya Nisêbîne mîtîngê pêk bînin. Jinan xwest ji bo piştgiriyê bidin gele Rojava û tecrîda li ser Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin şermezar bikin dê mîtîngên "Em Rojava Silav Dikin" pêk bînin.