Jinan li Dêrika Hemko komkujiya Eşrefiyê şermezar kir

Jinan li Dêrika Hemko komkujiya Eşrefiyê şermezar kir

Li Dêrika Hemko rêxistina Yekîtiya Star di daxuyaniyekê de êrîşên li ser taxa Eşrefiyê ya Helebê ku di encamê de 22 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan, şermezar kir.

Rêxistina Yekîtiya Star li Dêrika Hemko bi armanca şermezarkirna êrîşên li ser taxa Eşrefiyê ku di encamê de 22 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan daxuyaniyek da. Yekîtiya Starê di daxuyaniyê de rêjîma Bass ku bi balafiran êrîşî taxa Eşrefiyê ku piraniya şêniyê wê kurd in kir, her wiha êrîşên rêjîmê bi topan  li ser bajaran şermezar kir.

Her wiha daxuyaniya Yekîtiya Star diyar kir ku xwespartina rêjîmê û muxalefeta Suryê li ser hêzên derve, çareserkirina aloziya li Sûriyeyê ji destê wan derxist. Her wiha daxuyaniya Yekîtiya Star bal kişand ku êrîşên rêjîma Bass li ser sivîlan, dibe sedema ku zarokên bê guneh jiyana xwe ji dest bidin.

Di dawiya daxuyaniyê de Yekîtiya Star sersaxî ji malabatên windahiyan re xwest û wiha dewam kir: ''Em wek rêxistina Yekîtiya Star êrîşên li ser taxa Eşrefiyê şermez dikin. Gelê me hêza xwe ji hêza şehîdên azadiyê werdigre, ji ber wê em dikarin di hemû nîrên dijwar de xwe biparêzin. Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixweazin û şifayê di zûtirîn dem de ji birîndaran re dixwazin''.