Qetilkirina sê jinên kurd ku li Parîsê bi hovane hatin qetilkirin, li Stockholmê ji aliyê jinan ve hat şermezarkirin. Çalakiya ku ji aliyê Komeleya Jinên Kurd ên Amara ve hat li darxistin de gelek parlamenterên kurd, tirk, Swêdî û bi sedan jin tevli bûn. tevli bûn. Di çalakiyê de komkujî bi awayekî tund û tuj hat neletkirin.
Li qada Medborgarplatsen wêneyên sê jinên kurd ji aliyê jinan ve hat bicihkirin. Li dora wêneyan jî sembolên jin û aştiyê bi muman hat xemilandin. Piştî rêzgirtina ji bo sê jinên kurd û hemû şehîdên azadiyê bi parolaya ‘Em ê hezar mumî pê bixin’ çalakî hat destpêkirin. Di çalakiyê de serokê Konseya kurd a Swêdê Ayşe Goktepe axaftinek kir.
Goktepe diyar kir ku komkujiya li Parîsê ne tenê ji bo kesayeta Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bû û wiha bilêv kir: “Di hedefa vê komkujiyê de Tevgera Azadiya Gelê Kurd û û jina kurd hebû. Tu hêz nikare pêşiya têkoşîna neteweyî ya ku di her çar parçeyên Kurdistanê de tê meşandin bigire. Ev komkujî ji bo hevdîtinên dinavbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewletê de sabote bike hatiye li darxistin. Li hemberî kesîmên ku dixwazin şer pêş bikeve, bersiva harî mezin sedhezarî kesî li qadan bi xwedî derketina şehîdên xwe dan wan. “
Endama Komelaya Jinên Amara ya Stockholmê Ferah Bozcali jî axivî û da zanîn ku sê jinên ku li Parîsê hatin qetil kirin dixwestin her kes di nava aştî û wekheviyêde bijîn. Bozcali anî ziman ku van sê jinên kurd ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane bê çareserkirin têdikoşiyan û wiha got: “Wan ji bo me hemûyan têkoşîn da. Ew sembola têkoşînê bûn. Ev komkujî li hemberî daxwazên gelê kurd ên aşitiyane û hewildanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sûcê herî mezine. Di heman demê de ev komkujî derbeyekê mezin li têkoşîna jinan a wekheviyê xistiye.”
Ji Şaredariya Stockholmê Ann-Margarethe Livh jî bilêv kir ku ew salê çend caran diçe bakûrê Kurdîstan û bi jinên kurd re hertim hevdîtina çêdike. Livh, destîşan kir ku ji ber ku jinên kurd di çalekiyan û serhildanan de pêşengîtiyê dikin, her tim rastî êrîşa dewleta Tirk tên û wiha axivî: “Ji ber parlamenter û şaredayên herêmê piştgiriya nasname, çand û mafê gelê kurd dikin tên girtin. Ji bo ku hevdîtinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên bi dewletê re bên sabote kirin û çevên têkoşerên jinên kurd bitirsînin ev komkujî pêk hat.”