Jinan ji bo doza H.O. banga tevlîbûnê kir

Jinan ji bo doza H.O. banga tevlîbûnê kir

Jinan têkildarî rûniştina jina bi navê H.O. ya rastî tecawiza 5 kesên wekî polîs tên nasîn hat ya sibê li Cizîrê pêk bê, daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku, daraz tecawizkaran diparêzere û ji ber vê yekê ew dê ji bo piştgiriyê bidin H.O. sibê li ber Edliya Şirnexê bin. Jinan bang li hemû kesên bihîstiyar kir ku tevlî çalakiya wan bibin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 30'ê nîsana 2012'an de jina bi navê H.O. rastî tecawiza 5 kesên xwe weke polîsa dan nasîn hatibû. 3'emîn rûniştina dozê dê sibê li Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê pêk bê. Ji 5 kesên tecawiz li H.O. kirin 3 kes hatibûn girtin û meha borî 3 kes ji ber delîl kêmin serbest hatibûn berdan. Endamên Meclisa Jinê ya BDP'ê ber rûniştinê banga tevlîbûnê kir. Jinan li Salona Civînê ya Şaredariya Cizîrê daxuyanî dan. Endamên Navenda Şêwirmenda Jinê ya Sîtiya Zîn, rêveberên Meclisa Jinan ya BDP'ê û personelên jinê yên şaredariyê. Li ser navê jinan Esîn Karahan daxuyanî xwend û bang li hemû jinên bihîstiyar kirin ku sibê li ber Edliyeya Şirnexê kombibin.

Karahan diyar kir ku, jin li welatek her roj bitirsa rastî tecawizê bên dijîn û wiha got: "Saziyên dadê mafê me yê jiyanê binpê dike. Tecawizkar di nava me de digerin jinên rastî tecawizê tên û mexdûr dibin. Tecawizkar ji aliyê dadê ve tên parastin. Em ji bo bertekên xwe li hemberî vê yekê nîşan bidin dê sibê ji bo H.O. li ber Edliyeya Şirnexê bên cem hev. Em bang li hemû kesên bihîstiyar dikin ku tevlî çalakiya me bibin."