Jin ji bo mitînga 'Em Rojava Silav dikin' seferber bûn
Jin ji bo mitînga 'Em Rojava Silav dikin' seferber bûn
Jin ji bo mitînga 'Em Rojava Silav dikin' seferber bûn
Meclîsa Jinê ya BDP'ê û hevparên jin ên KCD'ê
dê di 26'ê Çile roja şemiyê de mîtînga "Em Rojava Silav Dikin" li
Nisêbînê li dar bixin. Beriya mîtîngê jinan lez da xebatên xwe û banga
tevlêbûnê dikin.
Meclîsa Jinê ya BDP'ê û hevparên jin ên KCD'ê, bi boneya piştgiriyê bidin gelê
Rojavayê Kurdistanê û berxwedana li dijî erîşên li hemberî kurdên Rojava silav
bikin dê di 26'e Çile roja şemiyê mîtînga "Em Rojava Silav Dikin" pêk
bînin.
Beriya Mîtîngê hevparên jin banga tevlîbûna mitîngê kirin. Meclîsa jinan diyar kirin ku de di 26'ê Çile de mîtînga "Em Gelê Rojava silav dikin" pêk binin û xwest her kes tev li mîtîngê bibin.
Mîtîng dê li ber Navenda Çanda Mitannî pêk bê û di mîtîngê de Hevserokên KCD'ê Aysel Tugluk û parlamenterên BDP'ê amade bibin. Jinan beriya mîtîngê ji bo tevlêbûna mîtîngê seferberi dest pê kir. Jinên ku li tax û gundan digerin dixwazin ku her kes beşdarî mîtîngê bibin.
Jinan li gel ceyran qut bû jî dîsa bi şevê li taxên Yenituran û Yeşilkent civînên gel pêk anîn û xwestin ku tev li mîtîngê bibin. Di civînên taxan de Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, diyar kir ku we dê li dijî tecrîda li Îmraliyê û ambargoya li ser Rojava û dîsa li diji zilmê di mîtîngê de dengê xwe bilind bikin. Gokkan xwest her kes di 26'ê Çile de li Nisêbînê tev li mîtîngê bibin û dengê xwe bilind bikin.