Ji nû ve hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re di çapemeniyê bi sernavên ‘çareseriyê’ cihê xwe digire û ji siyasetmedar, hunermend, malbatên leşkerî û aliyekê berfireh piştgirî da. Lê ligel afirandina hêviya çareseriyê, hevdîtin di kîjan astê de tê meşandin û ji ber helwesta AKP’ê ya berê fikar zêde dibin.
Derbarê pêvajoyê de nivîskara femînst Ayşe Duzkan, akîtîvîsta Însiyatî Jinan a ji bo Aştiyê Nîlgun Yurdalan, Berdevka Meclisa Jinan a Soslîst Bîlgî Tagaç û Seroka Komeleya Nivîskarên Jin a Îzmîrê Sevîm Korkmaz Dînç ji ANF’ê re axivîn û gotin ku ev hevdîtin ji bo çareseriyê gelek girîng e.
BERPIRSYARIYEK MEZIN DIKEVE SER DEWLETÊ
Ayşe Duzkan diyar kir ku ew ji ber destpêkirina hevdîtinan gelek bi hêvî ye û got: “Ez heta niha tu carî evqas nebibûm xwedî hêvî. Lê divê di warî de lihevkirinê û bêdengkirina çekan de pêngav bê avêtin.”
Duzkan got ku herî zêde kurdan wendahî da û wiha got: “Ji ber vê jî her tim jidil bûn. Lê vê carê ez dewletê jî têr dibînin. Min ev ji rojnameyên ku weke ku bultenên hikûmetê diweşînin fêm kir. Mînak gotinên ‘Komeleya Malbatên Şehîdan’ yên weke ‘ Ger hewce be bila bi Ocalan re hevdîtinê bikin’ girîng in. Dewlet Bahçelî xwe bi xwe diaxive.”
Duzkan wiha got: “Hûn bêjin pêvajo çawa didome, ez dibêjim ‘aşkere û zelal e’. Lê li vir berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê hikûmetê. Lê pirseke din ya ku ez jê re bersivê nabînim heye. Der barê kî berpirsê vî şerî ye de nêrînên cuda hene. Hinek dibêjin PKK’ê ev şer daye destpêkirin, hinek jî dbêjin polîtîkayên ku heta niha dîroka dewleta Tirk de haitye meşandin, çek daye destê kurdan. Ez bi aşkereyî bêjim ez jî ji aliyê kesên nêrîna duyemîn im.”
BILA AŞTÎ BI SER ME DE BIBARE
Aktîvîsta Jinan a Aştiyê Nîlgun Yurdalan jî got bi hevdîtinan re hêviyên wê yên aştiyê zêde bûne û wiha got: “Şer destpêkê li ba kurdan û bi taybet jî li ser kurdan û hemû kesên li vî welatî dijîn êşek mezin peyda kiriye. Bê guman mirov ji bo pêngavên wisa kêfxweş dibin û hêviya mirovan çêdibe.”
Yurdalan da zanîn ku bê ku şert û mercên aşitiyê neyê axaftin aştî ne mumkune û wiha got: “Xwezî hema çek rawestiyane. Niha ev ne mumkun e. Ev hevdîtin di vê dema ku şer didome de gelek girîng e.”
Yurdalan der barê pêvajyoyê de wiha got: “Zilmên mezin pêk hatin. Lê ya herî dijwar ew e ku kurd weke min ji mafên xwe fêde negirtin. Li kolan, cadeyan ji ber tirsê zimanê xwe neaxivîn. Lê em bi tirkî diaxivî. Ji ber wekheviyê hatin kuştin, hatin sirgunkirin. Di şertên wekhev de jiyan gelek bi rumet e. Ger şer di demeke nêz de bi awayekî adîlane çareser nebe dê encam girantir be. Herî zêde jin pelçiqîn. Bila aştî bi serê me de bibare.”
TÊKOŞÎNA JINÊN KURD Û TIRK GELEK GIRÎNG E
Berdevka Meclisa Jinan a Sosyalîst Bîlgî Tagaç jî destnîşan kir ku hevdîtin û diyalogên pêk tên pêngavek girîng e û wiha got: “ Lê ger ku di asta ku daxwazên weke mafên ji bo ziman bê nasandin, hilbijartî serbest bên berdan, tecrîda li ser Ocalan rabe wê demê dê bi wate be.”
Tagaç diyar kir ku çaresriya pirsgirêkê bi qasî bendewariya “malbatên şehîdan” hêviya malbatên din e jî û got ku di vî alî de hewldanên jidil dê watedar bin. Tagaç da zanîn ku divê mirov helwesta dewletê ya berê bîne bîra xwe û divê niha helwesteke ku hêviyên aliyan û gelan vala derdixîne tune be.
Tagaç got ku di şer de herî zêde jin li rastî zehmetî û dijwariyan tên û wiha got: “Her roj taciz, tecawiz û qetilkirina jinan pêk tê. Ev encama şer e. Ji ber vê herî zêde jinan ji bo aştiyê hikûmet daye zorê. Dayikên zarokên xwe wenda kirin, nekarîbûn bilorînin. Xwestin aşitî bê. Her wiha divê jinên kurd û tirk mil bidin milê hev û têbikoşin.”
DIVÊ MAF BÊ DAYIN
Seroka Komeleya Nivîskarên Jinan Sevîm Korkmaz Dînç jî da xuyakirin ku Tirkiye di pêvajoyek dijwar de derbas dibe û destnîşan kir ku divê teqez aşitî pêk were û xwîn bê rawestandin. Dînç got ku divê di van rojên ku hevdîtin pêk tên de bi baldarî tevbigerin û wiha got: “Ne tenê pirsgirêkên der barê Ocalan de divê hemû pirsgirêk bên nirxandin. Mafên herî xwezayî di serî mafên ziman û perwedehiya ziman e.”