Jin dê li ber konsolosxaneya Franseyê 'em edaletê bixwazin'

Jin dê li ber konsolosxaneya Franseyê 'em edaletê bixwazin'

Buroya Aşitiyê ya Jinên Kurd CENÎ û Meclîsa Jinên Kurd a Arjîn a Dusseldorfê bi daxwaza ronîkirina komkujiya Parîsê dê li ber konsolosxaneya Franseyê çalakiyeke protestoyî li dar bixin.

Her çendî nêzî 40 rojan bi ser komkujiya li Parîsê pêk hat û di encamê de sê jinên Kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez jiyana xwe ji dest dan re derbas bû, lê heta niha rayedarên Frensî tu daxuyaniyek ku komkujiyê ronî bike nedaye.

Buroya Aşitiyê ya Jinên Kurd CENÎ ku navenda wê li bajarê Dusseldorfa Almanyayê ye, ji bo ronîkirina komkujiya Parîsê dest bi kampanyaya ‘Em Edaletê dixwazin’ kiribû. Di vê çarçoveyê de roja 21’ê sibatê pênçşemê  saet di 10.00 de dê li bajarê Dusseldorfê li ber konsolosxaneyaFranseyê çalakiyeke proteostoyî bê lidarxistin.

CENÎ derbarê mijarê de daxuyaniyek da û banga tevlîbûna çalakiyê kir. CENÎ da zanîn ku divê ji bo ronîbûna bûyerê divê gelê Kurd çalakiyên xwe bidomîne û diyar kir ku bi vê armancê wan biryar daye ku bi Meclîsa Jinê Arjîn re çalakiyeke wiha li dar bixin.