Ji Şaredara Dêrsimê banga xwedîderketina li cenazeyê Cansiz

Ji Şaredara Dêrsimê banga xwedîderketina li cenazeyê Cansiz

Şaredariya Dêrsimê bi esnafên jin re hate cem hev û pirsgirêkên jin dijîn nîqaş kirin. Şaredara Dêrsimê Edîbe Şahîn di civînê de axivî û diyar kir ku di serî de hemû jinên Dêrsimî û hemû Dêrsimî divê xwedî li cenazeyê damezrênera PKK'ê Sakîne Cansiz ku li Parîsê hate qetilkirin derbikevin.

Şaredariya Dêrsimê li Otela Grand Şaroglu bi esnafên jin re hate cem hev. Di civîna nêzî 100 jinên esnaf tevlî bû de pirsgirêkên esnafên jin dijîn hatin guhdarkirin. Şaredara Dêrsimê Edîbe Şahîn, xebatkarên Navenda Jiyanê ya Jinê û xebatkarên jin ên şaredariyê tevlî civînê bûn.

Piştî rêzgirtinê Şaredara Dêrsimê Edîbe Şahîn axivî. Şahîn diyar kir ku di serî de hemû jinên Dêrsîmî û hemû Dêrsîmî divê xwedî li cenazeyê damezrênera PKK'ê Sakîne Cansiz derbikevin.

Şahîn, da zanîn ku yekemîn car di girtîgehê de bi Sakîne Cansiz re hev du nasîn û ji wê gelek bi bandor bûye û wiha axivî: "Dema me bihêzbûna wê dît em hemû gelek jê bandor bûn. Di pêvajoya girtîgehê de gelek heval bi wê re man û ji wê gelek bi bandor bûn. Têkoşîna wê bandor li me hemûyan kir."

Piştî axaftinê pirsgirêkên jinan hatin nîqaşkirin.