Ji PAJK’ê banga tevlîbûna pêşwazîkirina cenazeyan

Ji PAJK’ê banga tevlîbûna pêşwazîkirina cenazeyan

Koordînasyona PAJK’ê der barê pêşwazîkirina cenazayên sê siyasetmedarên kurd yên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de daxuyaniyek da û diyar kir ku divê gelê kurd li Amed, Dêrsîm, Gurgum û Mersînê bi tevlibûneke mezin pêşwazî bikin û merasîma hêjayî wan pêk bînin. PAJK’ê bang li gelê Kurd kir ku di çarçoveya “Hefteya Têkoşîn û Berxwedana Netewî” xwedî li şehîdên xwe derbikeve.

Koordînasyona PAJK’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Dîroka pêşveçûn û kevneşpoiya têkoşîna azadiya kurd ev 40 sal e êşên xwe yên mezin veguhertine vîna pêşveçûn û çareseriyê. Pêvajoyên herî zehmet û krîtîk bi nêzîkatiya serokatiya me re vuguheriya merheleyên dîrokî.”

PAJK’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku wendahiya Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di serî de ji bo tevgera azadiya jina kurd, hemû tevger û gelê Kurd wendahiyeke gelek mezin e û wiha berdewam kir:

“Di pêvajoyeke evqas girîng de sekna gelê me û tevgera azadiya kurd ya li jî wehşet û komkujiyeke wisa tarî dê peyam û hedefên hatine dayîn vala derxînin. Di esasê de sekna gelê me û tevgera me dê berê pêvajoyê diyar bike. Di vê wateyê de em di pêvajoyeke gelek zehmet ya ji bo pêşîgirtina komkujî û qirkirinên bi vî rengî, pêxistina îradeya çareseriyê ya gel de derbas dibin.”

PAJK’ê wiha domand: “Hevala me Sakîne Cansizn ku endama Meclisa PAJK’ê bû ji roja ku dest bi têkoşînê kiriye, di sekna jina milîtan a azad de pêşengî kiriye. Hevala Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku mîlîtanên tevgera azadiya jinê bûn, bi sekna xwe mînak bûn. Em çiqas xwedî li şehadeta wan derkevin dê evqas ev lîstikên qirêj û komkujî vala bê derxistin. KJB’ê Hefteya Têkoşîn û Berxwedana Netewî îlan kiribû û em divê di vê hefteyê de bi hêzeke mezin xwedî li hevalên xwe derkevin û bi sedhezaran wan oxir bikin. Di serî de Amed, Dersîm, Elbîstan û Mersîn divê bi ruhê netewî xwedî li Sakîna Fîdan û Leyla derkevin. Em bi têkoşînek mezin û seknek bi biryar vê komkujiya ku sûcê mirovahiyê ye lanet bikin û polîtîkaya wan ya qirêj qebûl nekin.

Gelê me û bi taybetî jî jin û ciwanên Amed, Dersîm, Elbîstan û Mersînê divê bi tevlibûneke mezin şehîdên xwe pêşwazî bike û xwedî lê derkeve.”