Ji Navenda Jinan a Utamara biryarên nû

Ji Navenda Jinan a Utamara biryarên nû

Navenda Jinan a Utamra7’emîn kongreya xwe ya asayî pêk anîn û der barê zayenda civakî de dê xebatên xwe bimeşîne.  Ji rojên sînemayê heta mîhrîcanên zarokan dê gelek aktîvîteyên civakî pêk bînin.

Navenda Utamara ku ji 2006’an heta niha xebatên xwe dimeşîne 7’emîn Kongreya xwe ya Asayî pêk anî.

Li bajaroka Lînz a Almanyayê hefteya borî roja yekşemê kongre pêk hat û ji 100 zêdetir jin tevlî bûn.

Di kongreyê de ji bo 3 jinên siyasemetdarên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li Parîsê hatin qetilkirin û hemû jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Piştre xebatkara Utamara Fadîle Yildirim axaftina vekirinê kir. Yildirim wiha got: “Me pêvajo û mehek zehmet derbas kir.  Em ji bo azadiya xwe bedelan didin. Bila her kes vê bizane ku kes nekare yekitiya me xera bike. Em kongreya xwe diyariyê hemû jinan dikin.

Piştî vê peyama Weqfa Jinan a Azad a Netewî, Yekineya Jinan a Mala Çandê ya Baran, Saziya Malbatên Şehîdan, komîsyon û meclisên jinan yên Koln, Aachen, Gîessen, Lîege, Manheîm, Bonn hatin xwendin.

HEDEFA PÊŞVEBIRINA NAVENDÊ

Di kongreyê de rapora xebatê ya salane a navendê hat xwendin û ji bo pêşberina navenda jinê niqaş hatin kirin. Di nîqaşan de hate gotin divê şaxên girêdayê Utamarayê bên vekirin,  ji bo mêran semîner û kamp bên organîzekirin, di çarçoveya projeya ‘Her jinek çîrokek wê heye’ çîrokên jinan bikin pirtûk û di rojname û kovaran de bên weşandin. Piştî nîqaşan rêveberiya ji 8 kesan pêk dihat hat hilbijartin. Biryarên di kongreyê de hatin girtin wiha ne;

Divê xebatên vekirina navendeke jinan a bi modela UTAMARA li Celle, bê destpêkirin

Ji bo rakirina qelend kampanyayek bê destpêkirin

Li dijî zayenda civakê bi awayekî berfireh xebatên perwerde û bilindkirina hişmendiyê bê meşandin

Her sal ji bo bîranîna Uta û Amara bername pêk tên û îsal jî bi awayekî mihrîcana zarokan pêk were

Xebatên bi mijarên jin û ol yên berê hatibûn destpêkirin bidome.

Çêkirina kampên ciwan, jin û mêran

Kursên xweparastina rewa (Wendo) bidome

Rojên sînemaya jinan bidome

Bi xebatkarên jin yên Swêd û Îngîlîstanê re li dijî şîdetê proje bên afirandin.

Divê koma erbanê ya jinan a UTAMARA bidome