Ji jinên Venezuellayî bo 3 jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin peyam

Ji jinên Venezuellayî bo 3 jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin peyam

Komîsyona Jinên Baskê Welatparêzên Mezin yên Venezuellayê ji bo 3 jinên Kurd yên şoreşger yên li Parîsê hatin qetilkirin peyamek weşand.

Di peyamê de hate gotin, Sakîne Cansiz li dijî sîstema zilam ya desthilatdar pêşengtiya tekoşîna azadiya jinê daye. Di peyamê de hate destnîşankirin ku, “Em weke Komîsyona Jinan ya Baskê Welatparêzên Mezin yê Venezuellayê, hewildanên krîmînalîzekirina tekoşîna gelê Kurd binefret şermezar dikîn û em ji hikumeta Fransayê daxwaz dikin ku, di demek kurt de berpirsan derxîne hole.”

Peyama jinên Venezuellayî wiha ye:

“Me qetilkirna sê rêhevalên xwe bi xemgîniyek mezin bihîst. Sakîne Cansiz ne tenê di tekoşîna azadiya gelê Kurd de milîtanek bû, di heman demê de yek ji jinên pêşeng yê li dijî desthilatdariya zilam û civaka feodal tekoşîna azadiyê daye meşandine.

Ev êrîş ne tenê êrîşeke li dijî rêhevalên me, di heman demê de êrîşeke li dijî tekoşîna azadiyê ya li her çar parçeyên Kurdistanê tê rêvebirine.

Gelê Kurd yê xwediyê 40 milyon şêniyê ew jî weke xwişk/birayên me yên Filistîn û Saharayê ku bi salane rastî dagirkerî, komkujî û pêkûtiyan tên. Em tekoşîna bi qehremanî ya xwişk û birayên me yên Kurd yên li dijî polîtîkayên emperyalîzmê yên komkujiyê silav dikîn.

Gelê Kurd yê li Iraq, Sûriye, Îran û Tirkiyeyê li çar parçeyan belavbûyî ku piştgiriyek mezin didin PKK’ê, her wiha tekoşîna Konfederalîzma Demokratîk ya di bin pêşengtiya PKK’ê de tê birêve birin, nêzî rêveberiya cewherî ya ku em hewil didin bêxin jiyanê ye.

Ev komkujî ne tesadufe ku rastî dema ku hevdîtin di navbera avakarên PKK’ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gel Tirkiyeyê destpêkirî. Ev komkujî ji bo xirabkirina hewildanên aştiyêne ku zarok, dayîk û tevahiyê gelê Kurd hêvî pêve girêdane. Em weke milîtanên şoreşger yên Bolîvarê û Komîsyona Jinan ya Baskê Welatparêzên Mezin yên Venezuellayê hewildanên krîmînalîzekirina tekoşîna gelê Kurd binefret şermezar dikîn û em ji hikumeta Fransayê daxwaz dikin ku, di demek kurt de berpirsan derxîne hole.

Herî dawî em xwedî derketina xwişk û birayên me yên Kurd yên li dîroka xwe û berxwedana îro, her wiha tekoşîna avakirina pêşeroja xwe pîroz dikin. Venseremos-Serketin ya Me ye.”